KNK'ê Cejna Paskalya pîroz kir

 Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) cejna Paskalya li tevahiya cîhanê û gelê Asûrî, Suryanî, kildanî û hemû bewermendên mesihî pîroz kir.


Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyamekê cejna Paskalya pîroz kir.

Peyama KNK'ê wiha ye; "Di demekî de ku gelên Mezepotamya û gelên li Kurdistanê di qonaxeka dîrokî re derbas dibin, cejna gelê Asurî-Suryanî-Kildanî û hemî bawermendên Mesîhîli her çar parçeyên Kurdistanê tê pîroz kirin.

Her sal gelê me yê xirîsiyan, bi taybet peyrewên mezhebê katolîk, yekem roja yekşemê ya serê demsala biharê weke roja (qiyametê – rabûnê) Paskalya yê cejnê digêrin û pîroz dikin.

Îsal ev roj û ev cejn di qonaxeka dîrokî de bi ser gelên Kurdistanê re di bihure. Ev heyam qonaxeke ji bo gelên deverê bi giştî û yên Kurdistanê bi hemû çîn û etnîkyên wê ve çarenivîssaze. Şoreşa gelan ya li dijî stemkariyê, ku gelên Kurd, Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ereb, Ermenî  û hwd. himbêz dike û li tevahiya cîhanê deng vedaye. Di van rojên dîrokî de pîrozkirina cejna Paskalya yê, wê hêzeke mezin û îradeyeka bi hêztir bide yekîtî û berxwedana hevpar ya ji bo damezirandina civakeke wekhev û  pêkve jîyana bi aşitî û bextewerî yê.

Em weke KNK e, bi germî  cejna Paskalya li tevahiya bawermendên Mesîhî û hemû gelên Kurdistanê û tevahiya cîhanê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn, bibe wesîleya aştiyek mayinde. "

(ab)