KNK’ê Nadîa Murad û Denîs Mûkwege pîroz kir

KNK’ê aktivîsta Êzidî Nadîa Muradî û Dr Denîs Mûkwege yê Kongoyê yên hêjayî Xelata Nobel a Aştiyê ya cîhanê hatîn dîtin pîroz kirin.


Îsal aktivîsa Êzidî Nadîa Muradî û Dr. Denîs Mûkwege yê Kongoyê hêjayî Xelata Nobela a Aştiyê ya Cîhanê hatin dîtin. Li ser vê yekê Kongereya Netewî a Kurdistanê bi daxûyaniyekî nivîskî aktivîsa Êzidî Nadîa Muradî û Denîs Mûkwege pîroz kirin.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de got; “Rêxistina Nobelê, Xelata Aştiyê ya îsal, da jineke Kurd a Êzidî Nadya Morad û Dr. Denis Mukweg . Em di serîde Nadya Morad û Dr. Denis Mukwege, pîroz dikin û ji wan re serkeftinê dixwazin.Layiq dîtina jineke Kurd a Êzidî ji bo xelata aştiyê, xwedî wateyeke giringe û em vê yekê bi dilxweşî pêşwazî dikin. Ev xelat, di kesayetiya birêz Nadya Morad de, naskirina tekoşîna azadiyê ya jinên Kurd e, peyama xwedî derketina jinên esîr yên di destê DAIŞ’ê de ye, xwedî derketina tekoşîna dijê DAIŞê ye, xwedî derketina Êzidîya ne û xwedî derketina Şengalê ye. “

Herî dawî KNK’ê di daxuyaniya xwe de banga xwedî derketina dîlên destê DAIŞ’ê, gelê Êzidî û parastina Şengalê kir û hat gotin ku ev yek erkê herkesê ye.

(nr)