Li cîhanê hejmara kesên bi Koronayê mirine 340 hezarî derbaz kir

Hey niha li tevahî cîhanê 340 hezarî zêdetir mirov bi vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dane. Roj bi roj hejmara kesên dimirin zêde dibe.


Li gorî daneyên dawî heya niha li seranserê cîhanê 5 milyon û 306 hezar û 237 kes bi vîrûsa Koronayê ketine. Ev hejmar her kêlî zêde dibe.

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî bû 340 hezar û 47 kes. Ji ber heya niha dermanek ji bo tedawiya Koronayê nehatiye dîtin, roj bi roj hejmara kesên dimirin zêde dibe.

Li seranserê cîhanê heya niha 2 milyon û 160 hezar û 159 kesên bi Koronayê ketibûn jî, baş bûne.

(nr)