Li Elmanya Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê hate îlankirin

Li Elmanya Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê hate îlankirin. Herwiha Cejna Çarşema Sor jî hate pîrozkirin.


Li bajarê Zîgin ê Elmanya duh bi beşdarbûna 10 rêxistinên Êzidî, parlamenterekî Yekîtiya Ewropa yê ji Partiya Çep a Mesihî û hejmarek Êzidî Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê hate îlankirin. Herwiha Cejna Çarşema Sor jî pîroz kirin.

Endamê Rêveberiya Hevbenda Êzidiyên Suriye Şêx Xelef Qadî têkildarî Cejna Çarşema Sor ji Rojnews'ê re axivî û got; "Ji bo me Êzidiyan ev roj girînge. Destpêka salekî nû ye. Hêviya me ewe ku ev cejn bibe boneya xweşî, aştî û yekîtiya gelê me."

Şêx Xelef Qadî bal kişand li ser damezirandina Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê û wiha domand; "Me jî di vê cejnê de sêwanek bi navê Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê ragihand. Ji bo ku ev yekîtî ji tevahiya Êzidiyên cîhanê re bibe sêwanek, piştre jî ji tevahiya gelê Kurd re. Ji ber ku Êzidîtî bingehê Kurdayetiyê ye."

Endamê Hevbenda Êzidiyên Sûriyeyê Berekat Reşo li ser mijarê wiha axivî; "Aramî û lihevkirin hemû tiştî dike. Em jî bang li tevahiya miletê xwe yê Êzidî dikin ku ji van rojên xwe yên pîroz de piştgiriyê bidin Yekîtya Êzidiyan. Em dixwazin di vê rojê de ev yekîtî ji bo tevahiya cîhanê bibe mînakek a aramî û lihevkirinê."

Herwiha Endamê Mala Êzidiyan a li bajarê Zîgin Rêzan Yusif ku beşdarî civînê bibû diyar kir ku di dîrokê de cara yekemîne Kurdên Êzidî sêwanek wiha didamezirînin û got; "Hêvîdarin hemû Êzidî piştgiriyê bidinê. Ji ber ku ev sêwan eniya gele û ji aliyê din ve jî pêwîste hemû Êzidî piştgiriya vê sêwanê bikin."

Nûnerê Hevbenda Êzidiyên Sûriyeyê Fewaz Eyo jî wiha axivî; "Em gelek kêfxweş in ku Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê di çarçema borî de li Rojava jî hate îlankirin. Li wir gelê Êzidî bi xweşî li hev civiyan. Li Ewropa jî gelek kes beşdarî civînê bûm. Em jî weke endamên sêwana Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê soz didin gelê xwe ku hêjayî vê berpirsyartiyê bîn ku xistine li ser milê me."

Di dawiya ciwînê de, ji bo pîrozkirina cejna Çarşema Sor govend hate gerandin. Civîn bi gerandina govendê bi dawî bû.

(ab)