Li rojhilata Kanadayê ba û bahozeke dijwar rabûye û li gorî agahiyên fermî yên dewletê 4 welatî jiyana xwe ji dest dane û ceyrana 900 hezar xanî jî qut bûne.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Polîsên eyaleta Ontarîoyê, li herêma Brantê ya li başûrê Torontoyê, di nava rojê de darek bi ser kesekî ve qelibiye û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.
Li heman herêmê piştî çend deqeyan vê carê jineke 70 salî di bin darekê de maye û jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha li paytexta federal Ottawa ya li bakurê welêt jî, hate ragihandin ku kesekî ji ber ba û bahozê jiyana xwe ji dest daye.
Hate ragihandin ku kesê çaremîn ê jiyana xwe ji dest daye jineke derdora 50 salî bûye, ku keştiya wê di çemekî li Ottawayê noqî binê avê bûye.
Her wiha li rojhilatê Kanadayê êvara Şemiyê 900 hezar xanî ceyran mane.
(bz)