Li Rojavayê Bakurê Nîjeryayê çeteyan bi çekan êrişî sê gundên kir û di encama êrişê de herî kêm 48 kes hatin kuştin.
Li sê gundên eyaleta Zamfar a Rojavayê Bakurê Nîjeryayê çeteyan êrişî 3 gundan kirin. Yek ji rayedarên navçeya Bûkara Aminu Soleiman, di daxuyaniya ku da AFP’ê de diyar kir ku çeteyan li sê gundan (Damrî, Garîn û Kalahe) bi giştî 48 kes kuştine.
Gundê ku herî zêde bandor lê bûye, Damrî ye. Li vî gundî 32 kes hatine qetil kirin.
Soleiman wiha got: “Kesên bi çek êrişê nexweşxaneyeke Damriyê kirin, nexweşên ku derman dibûn qetil kirin, 2 ewlekar kuştin û wesayîteke polîsan şewitandin.”
Hat zanîn ku bi hatina cihê bûyerê ya leşkeran re, çeteyan sewal û dexil û danê ku desteser kirine li pey xwe hiştine û reviyane.