Li Parlamentoya Swêdê dagirkeriya Tirkiyeyê hate vegotin

Li Parlamentoya Swêdê bi beşdarbûna gelek nûnerên rêxistinên navneteweyî û parlamenterên Swêdê di semînerekê dagikeriya dewleta Tirk a li ser xak Başûrê Kurdistanê,m rewşa jinan û azadiya ramanê ya li Herêma Kurdistanê hate vegotin.


Li Parlamentoya Swêdê duh bi navnîşana 'Rewşa demokrasiyê û mafê jinan li Herêma Kurdistanê' semînerek hate dayîn. Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Tara Hisnên û rojnanameger Şêrwan Şêrwanî semîner dan.

Parlementerên Lîberal û Sosyal Demokrat û Çep a Parlamentoya Swêdê, Nunerê Peywendiyên Derve yê Parlamentoya Swêdî, Nûnerên Navenda Ofil Palme ku navendek navûdeng a dokratîkiyê ye û gelek çalakiyên sivîl beşdarî semînerê bûn.

Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Tara Hisên di semînerê de li ser armanc û metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê axivî û got; "Dewleta Tirk peyamê dide gundên sînor ên Başûrê Kurdistanê ku gundên xwe vala bikin. Bi armanca ku gundên xwe vala bikin êrîş dikin. Metirsiya di dema DAIŞ, El Qaîde û Cebil El Nûsra li ser wan heye. Tirkiye dixwaze van herêman dagir bike û gundan vale bike."

Berdevka Tevgera Azadî Tara Hisên balkêşa ser bêdengiya welatên cîhanê ya hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û got; “Ger bêdengiya raya giştî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk berdewam bike, wê li ser destê dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê metirsiya komkujiyên mezin çêbibe. Ji bo vê pêwîste hikumet û parlamentoya Siwêdê jî li ser vê metirsiyê peyamek bidin dewleta Tirk.”

 Tara Hisên di dewamê de balkêşa ser rewşa jinan ya li Başûrê Kurdistanê û got; “Rojane li Başûrê Kurdistanê jin tên kuştin û kujerên jinan jî nayên ceza kirin. Li Başûrê kurdistanê îradeya jinan nayê qebûl kirin û tevlî karên rêveberiyê nabin. Di navendên biryardayînê de cih nagrin. Li Başûrê Kurdistanê gelek jinên çalak hene û dixwazin xwedî rol bin.”

Di beşek din ya semînerê de, rojnameger Şêrwan Şêrwanî behsa rewşa azadiya rojnamegeran ya li Başûrê Kurdistanê kir. Şêrwan got ku rewşa hemû rojnamegerên ji ne girêdayî desthilatê, di metirsiyê deye. Şêrwan da zanîn ku rojnameger tên binçavkirin û karê wan tê asteng kirin.

Herwiha Şêrwan behsa tecrîda li ser rojnamegeran hat kirin û hat gotin ku hinek caran desthilata Başûrê Kurdistanê yasaya tundî weke têkdana asayîşa netewî li hemberî rojnamegerên dervey desthilatê dide nîşandan. Hinek caran ceza digihin qonaxa darvekirinê jî.

Di heman demê de Tara Hisên û Şêrwan bi komek çalakvan û rêxistina 17’ê Sibatê, wê bi Wezareta Derve ya Swêdê re mijara dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistan, rewşa azadiya karê siyasî û azadiya jinan bigrin dest.

(rn)