Li Srî Lanka 2 teqînên din

Li Srî Lankayê dema ku Paskalya dihate pîrozkirin li ser otêl û dêran bi hevdemî 6 êrîş çêbibûn, hate ragihandin ku 2 teqînên din jî pêk hatine.


Li  Srî Lankayê ji bilî 6 teqînên din, 2 teqînên din jî pêk hatin. Li Srî Lankayê sê otêlên luks û sê dêr bibûn hedefa 6 teqînin. Piştî nîvro li paytextê du teqînên din jî çêbûn. Yek ji van li otêleke paytextê çêbû 2 kes mirin. Di teqînê de bi taybetî cihên ku ayînên Paskalya lê dihatin kirin, çêbûn.

Hejmara qurbaniyên 6 teqînên destpêkÊ ku di roja cejna Paskalyayê de li dêr û otêlên li Srî Lankayê pêk hatin, gihaşt 160 kuştiyan û zêdetirî 360 birîndaran.

Lê hîn encamên du teqînên dawiyê nehatine eşkere kirin.

Hîn ti hêz û kesî bûyer negirtiye li ser. Bi saeta xwecih ji saet 18.00'an û pê de ji bo 12 saetan qedexeya derketina derve hate ragihandin.

(ab)