Duşem, 9 Mar 2020 – 10:46 NAVENDA NÛÇEYAN
Lihevnekirina OPEC û Rûsyayê nirxê petrolê xist
Piştî ku rêxistina OPEC û Rûsya ji bo kêmkirina rêjeya berhemhênana neftê lihev nekirin, nirxê nefta xam di bazara cîhanê de daket.
Di 6’ê Adarê de civîna rêxistina OPEC bi Rusya û welatên din yên endamên OPEC’ê re pêkhat. Di civînê de daxwaza kêmkirina berhemhênana nefta xaf hat kirin. Lê Rusya dijî daxwaza OPEC’ê derket.
Piştî ku welatên OPEC’ê li ser kêmkirina asta berhemhênana rojane ya petrolê li hev nekirin, nirxê bermêlek petrola xaf li bazara cîhanê bû 38 dolarê Emerîkî.
Piştî 22’ê Sibata 2016’an, yekem care nirxê petrola Brent li bazarên cîhanê bi vî awayî dadikeve.
(nr)