Neteweyên Yekbûyî bi mijara êrîşên dewleta Tirk dicive

Hat diyarkirin ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), li ser banga Fransa û Brîntanyayê wê sibe bi mijara êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku li ser Bakûr-Rojhilatê Suriyeyê dane destpêkirin, bicive.


Li gorî nûçeya ajansa Reuters ku spartiye hin dîplomatan, Konseya Ewlekariyê li ser banga Fransa û Brîntanyayê, wê sibe bi awayekî awarte bicive. Wezîra Yekîtiya Ewropayê ya Fransayê Amelî de Montchalin diyar kiribû ku wan plankiriye li gel Brîtanya û Almanyayê banga civînê li Konseya Ewlekariyê bikin.