Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku hejmara mirovên ku ji ber şer, tundî, binpêkirina mafên mirovan û zilmê reviyan, yekemcar ji ber şerê li Ûkraynayê û şerên din ên giran, ji 100 milyon kesî derbas kir.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) bi daxuyaniyekê hejmara kesên ku ji ber alozî, şer û binpêkirinên mafê mirovan herêm û malên xwe bi cih hêlane eşkere kir û ragihand ku zêdetirî 100 milyon kes koçber bûne.
UNHCR’ê destnîşankir ku ev hejmara hatî diyarkirin cihê metirsiyê ye û cîhan jê agahdar be û ragihand: “Divê welatên cîhanê ji bo vê dawîlênaîna rewşa ku dibe sedema koçberiya welatiyan gavê bavêjin.”
Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) nêzî 6.5 milyon Ûkraynayiyan neçar man welatê xwe biterikînin. Piraniya wan jî jin û zarok in.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî ev hejlmar heta dawiya salê dikare bigihêje 8.3 milyon mirovî. Beriya şerê li Ûkraynayê li herêmên di bin kontrola hikumetê de bûn 37 milyon kes diman.
Di 50 salên dawî de li Ewropa pêla herî mezin a koçberiyê ye.
(fk)