Komseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji 1’ê Adar 2011 heta 31’ê Adara 2021’an 306 hezar û 887 sivîlan di şerên li Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dane.
Komseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bîlançoya giran a qurbaniyên şerê li Sûrî eşkere kir.
Rêvebera Komseriya Bilind Micheller Bachelet diyar kir ku heta niha 306 hezar û 887 sivîl di şerê navxweyî yê li Sûriyê de hatiye kuştin.
Bachelet diyar kir ku ev dane asta şer û cidiyeta wê nîşan dide û got: “Heta ku şer ku li welat şer heye metirsî heye ku mirina sivîlan bidome.”
Kesên ku ji ber nebûna xizmetguzariyên tenduristiyê, nebûna xwarinê û ava qirêj jiyana xwe ji dest dane di bîlançoyê de nehatiye bi cih kirin.
(ab)