Parlamentera Elmanyayê banga azadkirina nûçegihanên me kir

Parlamentera Almanyayê daxwaza azad kirina nûçegihanên me û endamê Tevgera Azadî, yên ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatine binçavkirin, kir. Herwiha parlamenterê bang li Hikumeta Elmanyayê kir daku ji bo azadiya wan berpirsyariya xwe pêkbîne.


Parlamentera Partiya Çep a li Encûmena Federal a Almanyayê Ulla Jelpke, li ser binçavkirina nûçegihanên me Biryar Mihemed û Zubêr Bradostî, herwiha endamê Tevgera Azadî Îdrîs Selîm daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Parlamentera Partiya Çep Ulla Jelpke, di daxuyaniya xwe de got; “Rojnamegerên muxalefetê li Herêma Kurdistana Iraqê (Zubêr Brdostî û Biryar Mihemed) ji bo ajansa RojNews kar kirine. Zubêr di 21’ê Tîrmehê de û Biryar Mihemed jî di 21’ê Tebaxê de, ji ber amadekirina nûçeyên ser bombebarana Tirkiyeyê a li Bakurê Iraqê hatine binçavkirin.”

Ulla Jelpke di dewama daxuyaniya xwe de balkêşa ser binçavkirina endamê Tevgera Azadî Îdrîs Selîm jî û got; “Îdrîs Selîm ku di dema rejîma Sedam Hisên de, girtiyê siyasî bû, ji ber siyasetê di 8’ê Gulanê de hatiye binçavkirin. Ev jî we kiriye ku Hikumeta Kurdî alîgirê Erdogan be. Divê Hikumeta Herêma Kurdistanê girtiyên siyasî azad bike.”

Ulla Jelpke di dawiya daxuyaniya xwe de bang li Hikumeta Elmanya kir û got; “Divê Hikumeta Elmanya, berpirsyartiyê bixe ser stûyê xwe û daxwaza azad kirina binçavkiriyan bike. Herwiha divê Hikumet daxwaza azadkirina rojnamegerên li Herêma Kurdistanê girtî bike.”

(nr)