Sêşem, 3 Mar 2020 – 23:05 NAVENDA NÛÇEYAN
Putîn daxwaza Merkel a ‘Lûtkeya çar alî ya ji bo Idlibê’ red kir
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, eşkere kir ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn tevlîbûna lûtkeya çar alî ya ji bo Îdlibê red kiriye.
Li gor nûçeya Sky News Serokwezîra Elmanyayê Merkel têkildarî rewşa Idlibê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn re bi rêya telefonê hevdîtinek pêk aniye û bi tevlîbûna Elmanya, Fransa, Rûsya û Tirkiyeyê pêşniyara lûtkeya çar alî kiriye.
Merkel, eşkere kir ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn tevlîbûna lûtkeya çar alî ya ji bo Îdlibê red kiriye.
(yş)