Rewşa tendirustiyê ya çalakgerek din jî xirabû

Berxwedêrê greva birçîbûnê Yusuf Îba ku li Kanadayê bi armanca protestokirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê, di roja 93'an de ji ber giranbûna tendirûstiya wî, rakirin nexweşxaneyê.


Yusuf Îba ku li bajarê Toronto yê di greva birçîbûnê de ye, danê êvarê ji nişka ve vereşiya û nekarî li ser xwe bisekine û bimeşe. Lewre hevalên wî yên çalakiyê gazî li ambûlansê kirin û Îba rakirin nexweşxaneyê.

Îba yê ku li nexweşxaneyê tedawî qebûl nekir, dîsa vegerandin cihê çalakiyê û berxwedana xwe domand. Hate ragihandin ku di demên dawî de lîfên Îba dihelin.