Serokê Navenda Misrê ya ji bo lêkolînên Kurdî û yek ji nivîskar û rewşenbîrê Mirsê Recayî Fayid diyar kir ku wê kampanya rewşenbîrên Misrê ya komkirina îmzeyan berdewam bike û got ku tê pêşbînîkirin ku heta salvegera girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêngav zêdetir bibe.
Ji berî niha ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hejmarek rewşenbîrên Misrî dest bi kampanya komkirina îmzeyan kirin û Komîteya Misrê ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ pêk anîn.
Serokê Navenda Misrê ya ji bo lekolînên Kurdî û yek ji nivîskar û rewşenbîrê Mirsê Recayî Fayid diyar kir ku wê kampanya rewşenbîrên Misrê ya komkirina îmzeyan berdewam bike û got ku tê pêşbînîkirin ku heta salvegera girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêngav zêdetir bibe û got;”Wê daxuyanike bi navê komîteya îmzeyan were dayîn û wê bigihîn wî bazinê siyasî yên cuda ku di vî warî de bifikar in. Weke mînak, Komkara Erebî, Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Qahîreyê û Rêxistina Hevkariya Asya Efrîka.”
Recayî Fayid diyar kir ku pêwîste ji bo serokatîkirin kampanyayê Misrî tevlî vê kampnyayê bibin, ji ber ku Ocalan ne tenê milkê gelê Kurde û got ku peywendiyekî dîrokî di navbera gelê Kurd û gelê Misrî de heye û wiha domand; “Ev jî wiha dike ku yekem kes bîn tevlî pêngavê bibîn. Hêvî dikim ku ev pêngav li Misr, cîhana Erebî û qada navneteweyî de serbikeve.”
Komîteya Misrê ya ‘Ji Ocanal re Azadî’ di 1’ê Mijdarê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyayek navneteweyî da destpêkirin. Her kes dikare li ser înternetê îmze bikin û daxwaza azadiya Rêber Ocalan bikin.
Di daxuyaniya kampanyayê de wiha tê gotin;”Em hejmarek rewşenbîr û hemû gelên herêmê, Ereb, Kurd, Ermenî, Aşûrî û gelên din, diyar dikin ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo me û herêmê zemînê aştî û biratiyê ye. Em weke komîteyê ji bo azadiya Rêber Ocalan banga piştevaniya li saziyên mafên mirovan, yasayê, demokrat, hemû welatan, bi taybet saziyên navneteweyî dikin ku ji bo parastina jiyana bi hev re û biratiya gelan, dikin.”
(ab)