Ruhanî Amerîkayê bi Kendava Fars tehdît kir

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî gef li Amerîkayê xwar û ragihand ku eger rê li hinardekirina nefta Îranê were girtin, ewê destûrê nedin ti neftek di Kendava Fars re were hinardekirin.


Îro serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî li parêzgeha Simnanê ya Îranê, di axaftineke xwede eşkere kir ku Amerîka dixwaze wan ji hinardekirina neftê bêpar bike. Ruhanî her wiha dazanîn ku Amerîka hewl dide bazirganiya Îranê ya li gel cîhanê bisekinîne û wan li herêmê tecrîd dike.

Ruhanî di axaftina xwede gef li Amerîkayê û welatên ku bazirganiya neftê dikin xwar û got, “Divê Amerîka bizane em nefta xwe difiroşin û emê di dema pêş de jî bifiroşin. Ew  nikarin pêşî li hinardekirina neftê bigirin. Eger Amerîka bixwaze pêşî li hinardekirina nefta Îranê bigire, emê destûrê nedin ti welatek di Kendava Fars re neftê hinarde bike.”

Ruhanî dazanîn ku peywendiyên wan li gel welatên Îslamî û cîran heye û wê berfirehtir bikin û wiha pêde çû, “Em hewl didin peywendiya xwe li gel welatên cîran û îslamî berfirehtir bikin. Lê Amerîka jî hewl dide Ewropa, Çîn, Hîndîstan û cîranên me ji me dûr bixin. Dijminatiya me li gel ti welateke cîran nîne û emê dijminatiya wan jî nekin.”

Hesen Ruhanî îşaret bi hêzên leşkerî yên Îranê li Iraq, Sûriye û Libnanê kir û îda kir ku hêzên wan ji bo alîkariya van welatan li wirin.

Ruhanî tevî rewşa xirap ya welat û ambargoya heyî ya çavkaniya xwe ji siyaseta dewletê digire jî, ji gel xwest ku dest bidin destê desthilatê û bihevre li dijî pirsgirêk û aloziyan bisekinin.

(bz)