Rûsya: Amadene bibin garantorê hevpeymanên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de

Berdevka Karê Derve ya Rûsya Maria Zakharova ragihand ku Rûsya ji bo hevpeymanên di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rejîma Sûriyê, amade ye bibe garantor.


Maria Zakharova îro ji rojnemevanan re wiha got: "Erka me hêsankirina vê diyalogê ye, dibe ku bibe garantorê wê û pêkanîna pêşerojê ji hevpeymanên ku pêk werin."