Şaredarê Bûdapeşteyê bi ala Kurd Erdogan protesto kir

Şaredarê Bûdapeşteyê Gergely Karacsony Erdogan weke ‘dîktator’ pênase kir û diyar kir ku wî hatina Erdogan ya Bûdapeşteyê protesto kiriye.


Serokê rejîma dewleta Tirk Receb Tayîp Erdogan ji bo ku beşdarî civînekê bibe roja pêncşemê (duh) çûbû paytexta Macarîstanê Bûdapeşteyê. Lê Erdogan li bajar ji ber êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê bi hezaran kesî de hat protestokirin.

Şaredarê Bûdapeşteyê Gergely Karacsony, li ser hesabê xwe yê medya civakî eşkere kir ku wî jî Erdogan protesto kiriye.

Karacsony di parvekirina xwe de wiha got; “Dema ku dîktatorek were Bûdapeşteyê weke şaredarekî ezê jî protesto bikim. Ne tesadufe ku min ala Kurd li pencereya odeya xwe ya xebatê daliqandiye. Weke şaredarekî aştîxwaz ez pêhisiyam ku divê ez li cem Kurdan cihê xwe bigirim. Cihê xemginiyê ye ku hikûmeta Macarîstan wiha pênahise û ji ber serdana Erdogan nîvê bajar felç dike.”

Karacsony diyar kir ku wê ti armanceke dîplomatîk nebe ku nêzîkbûna bi sûcdarên şer re rewa bike û wiha dewam kir; “Dema we wêneyên du lîderên bawerhişk li balkona ‘Dêra  Carmelite’ ya navdar dît vê yekê bifikirin.”