Şengaliyan bang li hikûmetê kir: Deriyê sînor veke

Şêniyên Şengalê bang li Hikûmeta Iraqê kirin ku soza xwe ya ji bo vekirina korîdora mirovî ya di navbera Rojava û Şengalê de bicîh bîne.


Di 17’ê Gulanê de bi sedan welatiyên Şengalê, ji bo vekirina korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de ku ev demeke dirêje aliyê Hikûmeta Iraqê ve hatiye girtin, careke din çûbûn ser sînor. Welatiyên ku li vir xwepêşandan lidar xist, xwestin ku korîdor were vekirin.

Berpirsên sînor ên Iraqê jî, li pêşiya çapemeniyê soz dan ku di rojên pêş de korîdar were vekirin. Korîdor heta niha nehatiye vekirin, lewre xelkê Şengalê jî bang li Hikûmeta Iraqê kir ku soza xwe bicîh bîne. 

Rêveberê Şaredariya Şengalê Celel Meto, bal kişand ser girîngiya vekirina korîdorê û wiha got: “Me wek şaredariya Şengalê, gelek pêwîstiyên xwe ji Rojava di anîn, rêveberiya Rojava destek dida me û me jî xizmeta gelê xwe dikir.Lê  piştî ku ev korîdor hat girtin, desteka ji Rojava nagihîje me. Piskirêkên gelê me pirin, girtina vê korîdorê mijarek sereke ye. Ji bilî vî derî, tu cihên din nînin ku gelê me karibe bi hêsanî pêwîstiyên xw peyda bike. Beriya çend rojangelê me careke din berê xwe da ser sînor û rayedarên sînor jî wekî her carê soz dan ku kordorî di van rojan de vekin. Em dixwazin ku hikûmet vê soza xwe bicîh bîne.”

Welatiyê bi navê Xalid Hecî jî wiha axivî: “Em dixwazin artêş û hikûmet sozên xwe bicîh bînin. Vekirina korîdorê xwesteka hemû gelê Şengalê ye.Gelek pêwîstiyên me di vî derî re peyda dibin. Bi taybet kesên me yên ji destê DAIŞ’ê dihatin rizgarkirin, di vir hatin derbaskirin, lê niha ev derî ji aliyê artêşa Iraqê ve hatiya girtin, û rê li ber hemû karên mirovî  girtine. Em dixwazin ev derî vebibe.”