Trump bersiva Rûhanî da

Serokê DYE'yê Donald Trump bi rêya Twitterê hişyarî da Îranê û got; "Îran hay ji gefên xwe hebin. Dibe ku bi rengekî ku we qet nedîtibe li we vegere."


Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî heta 7'ê Tîrmehê dem da welatên ku mohra xwe danîne binê peymana nukleerê ya sala 2015'an ku sozên xwe pêk bînin. Hasan Rûhanî diyar kir ku eger welatên Ewropî yên mohra xwe danîne binê peymana nukleerê sozên xwe pêk bînin, wê Îran jî li gorî peymanê tevbigere. Serokomarê Îranê destnîşan kir ku heta 7'ê Tîrmehê eger sozên xwe pêk nînin wê ji nû ve dest bi karên li reaktora Arakê bikin û rêjeya ûranyûma dewlemendkirî di asta 3,67 rêjeyî de zêde bikin.

Piştî ku Serokê DYE'yê Donald Trump sala 2018'an bi rengekî yekalî xwe ji peymana nukleerê vekişand, rewşa peymanê kete nava metirsiyê. Rêveberiya Îranê jî salek piştî biryara Trump diyar kir ku wan hin sozên xwe rawestandine.

Tehranê herî dawî vê hefteyê diyar kir ku wan rêjeya ûranyûma dewlemendkirî zêde kirine.

Bersiva Trump

Serokê DYE'yê Donald Trump bi rêya Twitterê da Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî û got;"Îranê gefek nû kiriye. Rûhanî gotiye,'Lihevkirinek nû ya atomî neyê kirin, bi her rêjeyekî ku bixwazin, ûranyûmê hilberînin.' Îran hay ji gefên xwe hebin. Dibe ku bi rengekî ku we qet nedîtibe li we vegere."

(ab)