Trump danûstandinên ligel ‎ Talîbanê rawestand

Serokê Amerîkayê Donald Trump danûstandinên aştiyê yên ligel ‎serkirdeyên Talîbanê rawestand.‎


Di navbera DYE û Talîbanan de ev 18 sal in şereke heye, di rojên dawî de hevdîtinên di navbera herdu aliyan de zêde bibûn.

Berdevkê Talîban Zabîhûllah Mucahîd di 28'ê Tebaxê de li ser Twîtterê daxuyanî da û got; “Em nêzî lihevkirinekê ne. Em bi hêvî ne ku demê nêz de nûçeyên baş bidin gelê xwe.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh êvarî bi peyamên twitterê danûstandinên aştiyê yên ligel ‎serkirdeyên Talîbanê rawestand.‎

Piştî ku Rêxistina Talîbanê berpirsyariya teqîna dawî ya li Efxanîstanê li xwe girt ku bû sedema kuştina ‎‎12 kesan di nav de leşkerekî Amerîkî, Serokê Amerîkayê Donald Trump danûstandinên aştiyê yên ligel ‎serkirdeyên Talîbanê hilweşandin.‎

Serokê Amerîkayê Donald Trump di çend twîtteran de dibêje: “Biryar bû sibe li wargeha Dawid li gel Rêberê Talîban hevdîtinekê pêk bînin, lê min biryar da rawestînin. Ji derveyî dayîna vê biryarê, farmandaye ku guftûgoyên di navbera Amerîka û Talîban de werin rawestandin. Ji ber ku vê grûbê berpirsyartiya êrîşa Kabulê girte li ser xwe ku tê de 12 kesan jiyana xwe dest dan ku yek jê leşkerên Amerîka bû."

Ofîsa Siyasî ya Talîban ya li welatê Qeterê ji BBC'ê re eşkere kir ku nûnerên Talîban wê îro civînek bi lez a navxweyî li ser vê biryara Trûmp pêk bîne.

Herwiha Berdevkê Serokkomarê Afganistanê Sidîq Sidîqî piştî vê biryara Trump eşkere kir ku wê dewleta Afganistanê helwesta xwe ya fermî ya li ser aştiya li gel Talîbana di van deman de eşkere bike.

(ab)