Trump şêwirmendê ewlekariya netewî ji kar dûrxist

Serokê Amerîka Donald Trump şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî John Bolton ji erkê girt.


Trump bi peyameke li ser Tewîtterê parve kir got: “Duh şev êdî pêwîstî bi xizmetkirina John Bolton a Qesra Spî nemaye. Weke kesên din ên di rêveberiyê de, tevlî gelek pêşniyarên wî nedibûm ji ber vê yekê min daxwaza îstifakirina wî kir, wî jî vê sibehê îstifaya xwe pêşkêşî min kir.”

Trûmp destnîşan kir ku ji bo şêwirmendê nû yê ewlekariya netewî wê di hefteya pêşiya me de eşkere bike. Bolton şêwirmendê ewlekariya netewî yê çarê bû ku bi Trump re dixebitî.