Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku di xwepêşandanên Sudanê yên dijî derbeyê de, 9 zarok jiyana xwe ji dest dane û 13 jî birîndar bûne. UNICEF’ê da zanîn ku mafê zarokan hatiye binpêkirin.
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di raporek ya ser binpêkirinên dijî Zarokan yên li Sudanê de, ragihand ku li paytexta Sudan Hartumê, di xwepêşandanên dijî derbeyê de, 9 zarok mirine û 13 jî birîndar bûne. Li gorî raporê dijî zarokan 120 binpêkirinan hatiye kirin.
Di raporê de tê gotin di nava binpêkirinan de, zarokên ji 12 salî biçûktir jî hatine binçavkirin û gelek ji wan ji vê yekê bandor bûne.
Li gorî daneyên fermî di xwepêşandanên dijî derbeyê de, li Sudanê 71 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 2 hezar û 200 kes jî birîndar bûne.
(nr)