William V. Roebuck: Ya ku Tirkiye dike paqijiya etnîkî ye

Nûnerê Koalîsyona Navneteweyî yê Sûriyeyê yê Emerîkî William Roebuck raporek amade kir û diyar kir, ya ku dewleta Tirk li Bakurê Sûriyeyê dike sûcê şer û paqijiya etnîkî ye.


Li gorî rojnameya New York Times’ê Nûnerê Koalîsyona Navneteweyî yê Sûriyeyê yê Emerîkî William V. Roebuck raporek amade kir û di raporê de rêveberiya Emerîkayê rexnde dike ku pêş êrîşên dewleta Tirk yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, nebû asteng.

Li gorî rojnameya New York Timesê Roebuck di raporê de nerazîbûn nîşanî "hewldanên bi biryar ên paqijiya etnîkî" da ku Tirkiye û tifaqên wê li dijî Kurdan dike. Roebuck ji bo ya diqewime got, "Tenê bi sûcên şer an jî paqijiya etnîkî dikare bê pênasekirin."

Di raporê de hate gotin, "Dema ku rojekê dîroka dîplomatîk hate nivîsandin, hingî em ê ji xwe bipirsin ku çima me ji bo bûyerên diqewimin hîn bêhtir hewl nedan, çima me li dijî Tirkiyeyê helwesteke tund nîşan nedan."