Xezal: Divê NY û Hikumeta Iraqê şêniyên Mexmûrê bi parêzin

Hevseroka Meclîsa Xweriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo got ku divê Neteweyên Yekbuyî li dijî êrîşên li ser Mexmûrê derbikeve û şêniyên wargehê bi parêze.


Balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk şevê din saet di 00:10’an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bombebaran kir. Li gel balafirên şer balafirên keşfê jî li ser wargehê firiyan.

Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê bi sivikî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneya wargehê hatin dermankirin.

Hevseroka Meclisa Xwseriya Demikratîk a Şengalê Xezal Reşo têkildarî êrîşên Li ser Mexmûrê û gefên dewleta Tirk yên li ser Şengalê, ji Rojnewsê re axivî.

Xezal destpêkê bang li Netewên Yekbuyî û Hekûmeta Iraqê kir daku li dijî êrîşên ser penaberan derbikevin û wiha pêde çû; “Em wek Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser penaberên Mexmûrê  şermezar dikin. Gelê Mexmûrê jî wek gelê Şengalê ji ser axa xwe ji ber zilmê koçber bune, em Mexmûr û Şengalê ji hev cuda nakin. Îro Mexmûr bê dagirkirin wê sibe Şengal jî were dagirkirin. Divê Neteweyên Yekbuyî û Hikumeta Iraqê şêniyên wargehê bi parêzin. “

Xezal Reşo balkêşa ser gefên dewleta Tirk yên li ser Şengalê jî û got; “Di van demên dawî de dewleta Tirk a dagîrker gelek caran gefan li Şengalê dixwin û dibêje ku me Şengal tinekiriye. Em dibêjin gelê Şengalê qet serî li hember dijminan netewandiye û çi bibe jî gele Şengalê wê li ber xwe bide.”

Herî dawî Hevseroka Meclisa Xwseriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo bang li hekûmeta Iraqê kir ku serweriya Iraqê bi parêze û rê li ber van gefan bigre, ji ber ev gef nakevina xizmeta gelê Şengalê.

(nr)