CIVAK - JIYAN

Hemû Nûçe

  • Teha Ehmedê astengdar 22 salin li şarezur karê çayxaneyê dike 

    Ev 22 salin Teha Ehmed ku astengdare dengan nabihîse, li bajarokê Şarezûr karê çaycitiyê dike. Teha Ehmed li bajarok ji aliyê herkesî ve tê naskirin. Mişteriyên Teha Ehmed diyar dikin ku tamekî taybet ya çaya wî heye. Teha xwediyê wê taybetmendiyê ye ku dema kesek carek li çayxana wê çayê vexwe, piştî demek dirêj bi sere biçe, cardin ew kes biçe çayxanê Teha dizane ew kes çi cure çayek divexwe.
  • Piştî têkoşîna jiyanê ya çar rojan jiyana xwe ji dest da 

    Welatiyê bi navê Îsmaîl Bekir yê 9’ê Hezîranê li Borikê xwestibû agir vemirîne û giran birîndar bibû, şevê din li nexweşxaneyê Dihokê jiyana xwe ji dest da. Wê îro li mizgargeha Şerefedînê ya Şengalê bispêrin axê.
  • Dirûna genim despêkiriye lê wergirtina genim hîna despê nekiriye 

    Di meha Hezîranê de dirûna genim li deşta Şarezûr despê dike. Lê heya niha jî tû rênîşanderekî ji bo cotyaran ne hatiye diyarkirin ji bo ku genimên xwe bifiroşin. Gelek cotyar  genimê xwe bi bihayekî erzan difiroşin.
  • Mam Kerîm di temenê 70 salî de karê komkirina nanê hişk dike 

    Kerîm Tofîq Kerîm ku bi navê mam Kerîm tê naskirin ev 20 salin li bajarê Silêmaniyê bi ker erebana xwe mal mal digere û nanê hişk komdike. Temenê Mam Kerîm 70 saliye, ji bo debara jiyana xwe peyda bike nanê hişk û hêsinan komdike.
  • Di qezaya trafîkê de 2 kes mirin 

    Li ser rêya navçeya Xaneqîn û Kelarê qezaya trafîkê çêbû û di encam de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
  • Hisên Qadir ê astengdar bi dirûna pêlava debara xwe dike 

    Hisên Qadirê astengdar li navçeya Şarezûr rojane bi matorê digere û karê dirûna pêlavan dike. Têkildarî karê xwe got; "Karê min ne başe, hinek rojan 5 hezar dînar jî bidestê min nakeve, tevî vê yekê jî hevjîna minjî xwedî pêdawîstiyên taybete û ji bo emelyata wêjî 20 hezar dolar pêwîst dike."
  • Ji bijîşkê nexweşxaneya Xanesorê hişyariyên tendirustiyê 

    Bi hatina werza havînê re, ji ber germahiyê nexweşî jî zêde dibin. Dixtorê Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê Hadî Elî Abdula bang li welatiyan kir daku zarokan ji germahiyê bi parêzin. Hadî da zanîn ku bi hatina werza havînê re li Şengalê nexweşiyên zarokan zêde bûne, ji bo wê pêwîste malbat zarokan bi parêzin. Herwiha da zanîn ku ji ber ku korîdora navbera Rojava û Şengalê de girtiye, ew pir zehmetiyan dikişînin.
  • Xwîşk û bira di avê de xeniqîn 

    Li navçeya Xurmatû ya Selahedînê xwişk û bira di ava Baleco de xeniqîn û zarokek ji hate rizgarkirin.
  • Stargeha pîran a Silêmaniyê ji bo pîran bûye hêlînek aram 

     Stargehên pîran  ji bo wan pîrên ku qet stargehek wan a jiyanê nîne bûye hêlînek aram. Hinek ji wan pîrên ku li van stargehan dimînin diyar dikin ku ji bo wan biheştek biçûke. Herwiha her yek ji wan xwedî trajediyekê ne. Dema ku guhdarî çîroka wan dikî nizanî ev stargehan ji bo wan cihekî arame yan jî  nîşaneyek  diltengbûna civakê ye!
  • Pêşmergeyên mexdûrên Kerkûkê têkoşîna jiyanê didin 

    Du pêşmergeyên ku di heman demê de endamên PDK’ê ne û di dema bûyerên 16’ê Cotmehê de koçî Hewlêrê kirine, di rewşeke xirab de dijîn. Herdu pêşmergeyên ku di xaniyên kirê de dijîn û meaşê wan têrî nake, li nava parkan qutiyên tiştên vexwarinê kom dikin û difiroşin.
  • Li Zerayen agir bi malek ket 

    Li bajarokê Zerayen yê ser bi navçeya Şarezûrê malek şewitî.
  • Nargîle ji bo hînbûna madeyên hişber destpêke 

     Têkelkirina madeya hişber li gel dermanê nargîleyê ji bo hînbûna madeyên hişber destpêkek metirsîdare. Li herêma Soran rêxistinên sivîl daxwaz dikin ku bi riya yasayê pêşî li kafeteryayên ku nargîle lê tên kişandan lê were girtin.
  • Li Dihokê cenazeyê ciwanek hat dîtin 

    Li bajarê Dihokê cenazeyê ciwanek Rojavayî di şuqeya wî de hat dîtin. Li gorî agahiyên despêkê ciwanê Rojavayî bi xwe xwe kuştiye.
  • Di qezaya trafîkê de ciwanek mir 

    Li bajarokê Elwen yê navçeya Xaneqînê di encama qezayek trafîkê de, ciwanek jiyana xwe ji dest da.
  • Bazara zebze û fêkiyan ya Şarezûrê bi temamî şewitî 

    Agir bi bazara fêkî û zebzeyan ya navçeya Şarezûr ket û bazar bi temamî şewitî.
  • Agir bi bazara fêkî firoşan ket 

    Li navçeya Ranya a ser bi îdareya Raperînê agir bi bazara fêkir firoşan ket.
  • KCK'ê cejna Remezanê pîroz kir 

    Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cejna Remezanê pîroz kir û got; "Li dijî faşîstên dijminê mirovahiyê, mezhepperest û hêzên ku olê îstîsmar dikin, em bang li gelên xwe dikin ku bi baweriyeke hevpar têbikoşin."
  • CÎK û KNK'ê cejna Remezanê pîroz kir 

    Konseya Rêveber a KNK’ê bi welîleya Cejna Remezanê peyamek pîroz bahiyê weşand. KNK’ê got;"Em di hêvî û wê baweriyê de ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi heman armancê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Werin em aştî û aramiya li Kurdistanê bi pêş bixînin.”
  • Di xwarina fitarê de peyamên Ocalan hate silav kirin 

    Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê bi armanca hatina bahev û xurtkirina peywendiyên netewî, welatiyên ji çar parçeyên Kurdistanê dawetê xwarina fitarê kir. Piştî xwarinê jî endamên Koma Awazên Çiya û Koma Amara sirûd û stranên netewî gotin û peyama Ocalan hate silav kirin.
  • Mesihiyên Silêmaniyê Hezreta Meryen bi bîr anîn 

    Li Silêmaniyê mesihiyan bi merasimek olî Hezreta Meryen bi bîr anîn. Di merasîmê de ji bo aramiya herêm û cîhanê dûa kirin.
  • Zerdeşt ê astengdar bi gulfiroşiyê debara xwe dike 

    Ciwanê bi navê Zerdeşt ê astengdar ku xelkê navçeya Seyidsadiq a Silêmanê ye, rojene bi firotina gul û şitlên daran debara jiyana xwe dike û hêviyê diçîne. Birayê wî Aware got; "Gulfiroşî hezkirinek ya malbata me ye û bi awayekî giştî xoşewistiya me ji bo gulan heye."
  • Niştecihên Bawenûr daxwaza guhertina sîstema avê dikin 

    Zêdeyî 10 roje niştecihên bajaroka Bawenûr ji ber qirêjbûna avê, ava vexwarinê ji kaniyên derdorê bajarok dabîn dikin. Niştecihên Bawenûr û rêveberê bajarok daxwaza guhertina sîstema avê dikin û dibêjin, ji ber bîrên avê nêzî kanalîzasyonêne metirsî li ser tendûristiya wan çêdike.
  • Lawirên li kolanan tên xwedîkirin bêzariyê çêdike 

    Tevî ku ji bo xwedîkirina lawiran cihekî taybet hatiye diyarkirin, lê hîn jî gelek şêniyên bajaroka Rizgarî di nav taxan û kolanên bajarok de lawiran xwedî dikin. Vê rewşa welatiyên bajarok bêzar kiriye. Serokê Şaredariiya Rizgarî eşkere kir ku wê 15 roj mûlet bin wan da ku ji bajarok derbixin.
  • Êzidî û Şîayên Şengalê: Em li hemberî baweriyan rêzdarin 

    Êzidî û Şîayên li Şengalê diyar kirin ku ew li hemberî baweriyên hevudin rêzdarin û jiyanek bi hevre didomînin.
  • 80 mamosteyên xwebexş beşdarî ezmûnên li Şengalê bûn 

    80 mamosteyên Êzidî yên Başîka û Bazanê ji bo hevkariyê bi mamosteyên dibistanên Erebî yên Şengalê re bikin, hefteyeke xwebexş beşdarî ezmûnên dibistanan dibin û alîkariyê didin mamosteyên dibistanan. Ji bo rihê hevkariyê li herêmê bihêztir bibe, PADÊ mamosteyên xwebexş û îdareya Şengalê di xwarina nîvro de anî gel hev.