4’emîn Konfaransa Tendirustî ya Mexmûrê destpê kir

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 4’emîn konfaransa Meclîsa Tendirustî ya Mexmûrê destpê kir.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdi (Mexmûr) ku her du sal carek konfaransa Meclîsa Tendirûstî ya Mexmûrê tê lidarxistin, îsal ji bi şîara ‘Civakek bi tendirust, bi Rêbertî û îradeyek azad pêkane’  bi beşdarbûna 200 delegeyan li salona konfaransê 4’emîn konfaransa Meclîsa Tendirustî ya Mexmûr bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Her wiha di konfaransê de bal hat kişandina li ser zarokên kêm endam û gotin: “Bi çêkirina Hêviyê ji bo zarokên Otîzm û Down xedî li rengê civakê derkeve.”

Axaftina vekirinê ji aliyê endama Meclîsa Tendirustî ya Mexmurê Rûken Sêrt  ve hat kirin û got: “Destpêkê em 4’emîn konfaransa Meclîsa Tendirustî ya Mexmûrê li Rêbertî  tevayî  Şehîd  û delegeyên amade pîroz dikin. Di pêvajoyek ewqas hesas de lidarxistana konferensek bi vî awayî şansek gelek mezine. Piradîkmaya me pradîkmeyek nûjene û hemû cîhan xwe li ser vê pradigmayê rêve dibe.”

Rûken Sêrt di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser berxwedaniya gelê kurd û wiha domand: “Bi taybet divê demê de xeta berxwedanê nêzî 8 sal bû me xeber ji Rêbertî ne digirt, mirov dikare bêje bi  vê berxwedana mezin ev tecrîd hat şikandin. Heya niha di dîroka mirovahiyê de berxwedaniyek wisa nehatiye meşandin. Dijmin li hember rêbertî û berxwedana gelê Kurd êdi nesekinî û bi rebertî re hevdîtin dan çêkirin û xeta berxwedanê ser ket. Dewleta dagirker dixwaze bi destê Kurdan şerê birakujî derbixwe. Divê gelê me di vê pêvajoyê de hesas bin û gelê me neyên pravakasonên dewleta faşîst. Civak dikare sîsistema xwe ava bike,  civaka me  li Stemabolê da diyarkirin ku civak dikare faşîzmê û desthilatdariyê  hilweşîne.”

‘Sîstema me ya tendirusti ji bo hemû cîhanê wê bibe mînak’

 Endama Meclîsa Tendirustî Ruken Sêrt bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Desthilatdar bi awayek tucarî tendirustî bi kar tine. Lê belê sistema me ya Netewa Demoqratîk li dijî vê sîstemê ye û divê em di mejî de vê  sîstemê bidin avakirin û em ne şibin dewletên desthilatdar. Di vê konfaransa tendirustî ya  Wargeha Mexmurê  de wê di aliyê tendirustî de sîstema demokratîk çawa were ava kirin em ê li vê derê  niqaş bikin. Ji bo sîstema me ya tendirustî ji bo hemû cîhanê wê bibe nimune. Cardin em vê konfaransê li Rêbertî, Şehîdên tevgera azadiyê û hemu delegeyên amade pîroz dikin.”

Piştî axaftina vekirinê rapora dû salan ya xebatên tendirustî  hat xwendin, piştî xwendina raporên du salan, rewşa sîyasî û rêxistinî hat nîqaşkirin.

4’emîn konfaransa Meclîsa Tendirustî ya Mexmurê bi nîqaşan berdewam dike.

(rn)