Baranîna berfê, baranê û daketina pileya germê li Soran bazara şêkim û baqle germ kiriye û welatî ji demên din zêdetir dixwin. Welatiyan gotin: “Bi qasî em keyfê ji berfê digirin, ewqas jî ji xwarina şilêm û baqleyan digirin.”
Li îdareya Soran a Hewlêrê şevên zivistanê cuda ye. Welatî bi rêjeyek zêde bi taybet ciwan derdikevin derve û bazara şêlim û baqleyan germ dikin. Ev çend rojên borî ji ber barîna berf û barê ji bo wan cuda bû.
Mehdî Salih erebaneyek daniye û li gel bavê xwe şêlim û baqleyên germ difiroşe. Ji ber gelek kes berê xwe didinê pêre nagihîn mişteriyên xwe rê bikin û dibêje: “Xwarina şêlim û balqe nirxê xwe heye û bi taybet dema berf dibare bazara wê germ dibe.”
Mehdî Salih diyar kir ku ji bo xelkê Soran berf nexerîbe, lê xwarina baqle û şêlima piştî barîna berfê tamê dide welatiyan, ev jî wiha dike ku li gel şevên din bazara wan cudatir be.
Ciwanê xelkê Soran ê bi navê Arî Hesen ku ji ber barîna berfê gelek kêfxweş bûye û got: “Di dema baran û berfê de derketina ji derve bûye cihê kêfê. Em ne weke xelkê Hewlêrê û bajarên din in. Berevajî di nava hewaya sarde mezin bûne.”
Sîhad Samî diyar kir ku bi hatina baram û berfê re tama şêmil û baqle cuda ye û demsala sermayê û şêmel û baqle hevdu digirin.
(ab)