Basuq û sicuqên Kurdistanê xwedî tamên cudan e

image_print

Şemî, 9 Nov 2019 – 07:32  DUKAN / ROJNEWS

Basuq û sicuqên Kurdistanê xwedî tamên cudan e

Basuq û sicuq du corên şirîniyanin ku ji berhemên xwemalî yên li Kurdistanê tê çêkirin. Xwedî tamên cudanin. Piranî li gundên Kurdistanê tên çêkirin.


Li gundên Kurdistanê salene çend coreyên berhemên Kurdewarî tên çêkirin û piştre li bazaran tên firotin. Basuq û sicuq du corên şîrinê ne ku ji van berhemên ku li gundên Kurdistanê têne çêkirin. Piştî ku tên çêkirin li bazaran tên firotin û kiryaran li derdora xwe kom dikin.

Gundê Kanî Tu li herêma bajaroka Bingird a ser bi Dukanê ye. Yek ji wan gundane ku şêniyên wê salene ji tiriyê rezên xwe basuq û sincuqan çêdikin.

Şêniyên gundên Kanî Tu bi çend awayan basud û sicuqan çêdikin. Hinek sade û bi temanên cuda çêdikin û hinek jî guzan têxin di nav de.

Mihemed Hacî Mehmûd ê ji gundê Kanî Tu yê yek ji wan kesane ku salane basud û sicuqan çêdike û difiroşe, wiha axivî;”Basuq şirîniyek xwezayî ya Kurdewarî ye. Ji tirî tê çêkirin. Çêkirina wê hinekê girane, lê xweşe û hem paqije. Di serî de em nêzî 10 kîlo tirî bi wîşî têxin di nava quşkaneyek mezin de û piştre digivişîn, heta ku hemû av jê derdikeve. Piştre jî li parzûnê dikin. Piştre 100 giram axa weke havên têxin nav de. Ev ax axekî taybete û li her cihî nîne. Ji bo ku tama tiriyê tirs şirîn bibe û weke hev lê were, têxin nav de. Piştre arî têxin nav de, ji bo ku xwe bi hev e bigire.”

Mihemed diyar kir ku piştî givaştina tirî amade dibe, didanin li ser agir û divê timî kesek li ber be û têk bide ji bo ku xerab nebe. Ew kes li ber dimîne heta ku tîr dibe.

Mihemed da zanin ku piştî ku tam tîr dibe, jê sicuqan amade dikin û got;”Berê destpêkirina sicuqan guz tên amade kirin û kakilê guzan têxîn di nav de. Piştî ku bi ben ve tê kirin, tên hilawistin heta ku hişt dibin. Piştre ji bo xwarinê amade dibe. Ji vê re dibêjin sicûq.”

Basuq şirîniyek dine amade dikin. Piştî ku ava tirî bi temamî tîr bû tên sîneyekê û piştre demekê dimîne heta nihekê hişt dibe. Piştre bi kêrê parçe parçe dikin. Piştre jî didanin li ser sîniyek din. Da ku baştir hewa lê bide û zû hişt bibin. Divê çend rojan li ser sîniyê bimîne. Da ku baş hişt bibe. Piştî hiştbûnê ji bo xwarinê amade dibe.

Hinek gund ji bo xwarinên şevên zivistanê, kombûn û pêşkêşkirina mêvanan sicuq û basuqan amade dikin. Hinek jî ji bo firotinê amade dikin. Niha li bazarên Başûrê Kurdistanê yek kîlo basiq û sicuq bi 8 heta 12 hezar dînarê Iraqî ye. Bikir zêde ne.

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist