Bavê wan jî piştî 4 rojan jiyana xwe ji dest da

Li Silêmaniyê di 21’ê Adarê de ciwanekî 3 bira û dayika xwe kuşt. Herwiha bavê xwe jî bi giranî birîndar kir. Welatiyê birîndar bûyî piştî 4 rojan jiyana xwe ji dest da.


Li taxa Mamostayan a Silêmaniyê di 21’ê Adarê de ciwanekî 3 birayên xwe û dayika xwe kuşt. Herwiha bavê xwe jî bi giranî birîndar kiribû.

Tewanbar bi xwe jî bi birîndarî hatibû girtin. Bavê ciwanê tewanbar, ji ber giraniya birîna xwe, îro jiyana xwe ji dest da.

Braziyê welatiyê jiyana xwe ji dest dayî, Felah Hesen ji Rojnews re axivî û got; “Îro saet 09:00’an de mamê min jiyana xwe ji dest da. Me spart axê. Ji ber rewşa derûniya kesê sûcdar ne başe, heya niha ti lêkolînek li gel nehatiye kirin.

(nr)