Berhem Salih li Hewlêrê ye

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih gihişt Hewlêrê, wê Dr.Berhem Salih li gel Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokatiya Parlamentoyê bicive. Tê gotin ku di civînan de wê li ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexda de hene, giftûgo werin kirin.


Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih û Wezîrê Darayî û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê yê bo karûbarên aborî Fuad Husên li Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatin pêşwazîkirin.

Tê gotin ku Dr. Berhem Salih wê li gel rayedarên Herêma Kurdistanê li ser pirsgirêkên dinavbera Hewlêr û Bexda de nehatine çareserkirin rêze civînan pêkbîne.

(şk)