Berhem Salih û Nêçîrvan Barzanî civiyan

Li Hewlêrê Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  lihev civiyan. Di hevdîtinê de li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de guftûgo kirin.


Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Wezîrê Darayî û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê yê ji bo karûbarên aborî Fuad Hisên duh hatin Hewlêrê.

Duh êvarî Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  lihev civiyan. Di hevdîtinê de Desteya Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Iraqê û çend rayedarên din ên hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn.

Di hevdîtinê de pêşniyarqanûna bûdceya 2020'an a Iraqê, pirsgirênên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û madeya 140 a herêmên ji derveyî îdareya Herêma Kurdistanê mane guftûgo kirin. 

(ab)