BALEKAYETÎ
Rûniştvanên gundên Wêze ya ser bi bajaroka Çoman a Hewlêrê di avhewayek sar de berhemên xwe yên dawiyê bacanan diçinin.
Niha destpêka hatina demsala sermayê ye û cotyarên gundê Wêze di avhewayek sar de berhemên xwe yên dawiyê yên bacanan diçinin ku berhemekî havîniye û hîn maye.
Qadir Hemed Emîn ku yek ji şêniyên gundê Wêzeye wiha qala karê xwe kir: “Gundê me cihek qelebalix, ava û xweşe, lê niha ji ber nêzîkbûnê û hatina demsala sermayê êdî berhemên îsal berbi dawî ve diçe. Bi taybet cûrên fêkî weke, tirî, guhîj, sêv, xox û çend berhemên din li herêma me nemane. Em niha bacanan diçinîn û êdî dawiya wan jî tê.”
Yek ji ciwanên gund Hîmdad Yasîn diyar kir ku di meha Gulanê de dest bi çandina bacanan dikin û jêre xizmetê dikin û ji meha Tebaxê û şûnde dest bi çinîna wan dikin. Hîmdad Yasîn got ku di meha Mijdarê de berhemê dawiyê diçînin.
Hîmdad Yasîn ji hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku bi awayek cidî berê xwe bide cotyar û xwediyê baxçeyan û got: “Eger alîkarî û xizmet were kirin, em ê bikarin berhemên baştir û zêdetir pêşkêşî bazarê bikin. Em ê bikarin bazarê tijî berhemên xwemalî bikin.”
Gundê Wêze 17 kîlometreyan dikeve rojhilatê bajaroka Çoman a Hewlêrê. Gundê Başûrê Kurdistanê yê herî dawiyê ye li gel Rojhilatê Kurdistanê hevsînor.
Li gundê Wêze gelek berhemên çandiniyê hene. Herwiha di warê çavkaniya avê de jî dewlimende. Li gorî daneyên Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Çoman tenê îsal 300 ton bacan û 20 ton berhemên din hebû.
(ab)