Berx biriyê bi awayeke komînal dikin

 Li gundên bajarokê Pişder, û Binarê Qendîlê niha dema mih birînê ye û welatiyên herêmê bi komînal karê birîna mihan dikin. Ji ber ku hikûmeta Herêma Kurdistanê hevkariya wan nakin xwediyê sewalan jî xemgînin.


Pez birin hîn Kurdistanê karekî ku bi komînal û zêbare tê kirin. Bajaroka Pişder jî yek ji van cihên ku bi awayekî berfirek karê sewal xwedîkirinê tê kirin. Li wir niha birîna pez destpê kiriye. Welatiyên gundan bi hev re vî karî dikin. Weke Rojnews'ê me rewşa giraniya vî karî û pirsgirêka lawirvanan  girt dest.

Welatiyê bi navê Mistefa Nebî ji gundê Zenglanî ya ser bi Pişdere têkilarî karê ku dike wiha got; "Weke welatiyên gundên herêma Sengerê di destpêka meha Gulanê de dest bi birîna mih û bizina dikin. Salên borî muh û hiriya wan me difiroş, lê mixabin ev çend sala ti kes û ne jî hikûmet ji me nakirin. Lewma ji neçarî em dişewitînin."

Mistefa Nebî diyar kir ku karê pez birînê bi komînal dikin û piraniya rûniştvanên gund hevkariya hev dikin û wiha domand; "Ti kes vi karî bi pere nakin. Hem hemû hevkarî û alîkariya hev dikin. Dema ku rojekê zêbare ya min be, xelkê agahdar dikin. Roja din em jî hemû diçin alîkariya malek din. Bi kêfxweşî karên giran ên weke dexil dirûn, pez birîn û çilo birîn em bi zêbare dikin."

Mistefa Nebî diyar kir ku divê hikûmet alîkariya wan bike û wiha domand; "Pêwîste hikûmet alîkariya me bike. Weke mînak, salene ti tîmên beytaran serdana me nakin. Bi taybet xwediyên dermanxaneyan her yekê bi kêfa xwe nirxê derman diyar dikin. Li ser ti lêpirsîn nîne. Ji sedê 90'ê xelkê herêma Sengeserê bi xwedîkirina sewalan ve mijûl dibin, lê mixabin ti girîngiyê bi çandinî û lawirvaniyê nadin."

Silêman Ehmed ji bo birîna pez hatiya alîkariya cîranê xwe, têkildarî awayê birîna pez ji Rojnews'ê re axivî û got; "Li herêmên Bîtwên û Pişder ji karê birîna pez re dibêjin 'birîng bir' li hinek herêman jêre dibêjin cober, kelec. Lewma li herêman tê guhertin. Ji bo birîna mihan şarazayî divê. Hinek deman di dema birîna pez de, pez tên birîndar kirin. Neçar dibin derman bikin. Carna derziyan lê didin. Carna jî dikewînin. Hinek caran pêre nagihin mirar dibe. Ger zêbare be, rojene nêzîkî 500 pezî dibirîn, bi mercê ku kesên cewbir zîrek bin."

Silêman Ehmed diyar kir ku ew gelek wesiyane û wiha domand; "Salane dema ku em pezê xwe difiroşin em sûdekî wiha nabînin. Ji ber ku ji Tirkiye, Îran û Sûriyeyê tînin Herêma Kurdistanê. Divê hikûmet ji ber yên xwemalî pêşî lêbigire."

Di dema birîna pez de jin ji zilaman zêdetir diwestîn. Perîzad Nebî li ser rola jinan wiha got; "Jin gelek diwestin. Xwarinê çêdikin. Di dema zêbarê de li gel zilaman kar dikin. Xwarin amadekirin gelek westan divê. Weke mînak, zêbareyê de lawirekê şerjê dikin, birinç û qorav çêkin. Hinek goşt sor dikin. Qorav ji goştê sor û mast çêdibe. Ji bo xweşkirina tama wê jî cadira çiya têxin di nav de."

Perîzad Nebî diyar kir ku di dema kar de jin û zilam gelek alîkariya hev dikin.

(ab)