Bi festîvalekê 235’emîn salvegera avabûna Silêmaniyê hate pîrozkirin

image_print

Pênçşem, 14 Nov 2019 – 12:20  SILÊMANÎ / ROJNEWS

Bi festîvalekê 235’emîn salvegera avabûna Silêmaniyê hate pîrozkirin

Bi festîvalek hunerî û berhemên karê dest 235’emîn salvegera avabûna bajarê Silêmaniyê hate pîrozkirin.


Îro 235’emîn salvegera avabûna bajarê Silêmaniyê ye. Xelkê Silêmaniyê bi festîvalekî hunerî û berhemên karê dest avabûna bajarê xwe pîroz kirin. Rêxistina Mindarparêz a Kurdistanê bi hevkariya Navenda Rewşenbîrî ya Sera, Komeleya Hunera Milî ya Silêmaniyê û Zaningeha Polîteknîkî ya Silêmaniyê festîval organîze kir.

https://youtu.be/8TkPjyumQ0g”>

Di festîvalê de berhemên karê dest ên jinan hate pêşandan. Herwiha gelek berhemên pîşeyî jî hatin nîşandan. Ji vane pîşeyê Helacî ku bi çêkirina dûşek, belingî û nivînan ve mijûl dibe. Dîsan misger ku pîşeyek kevin ê Silêmaniyê ye, karê çêkirina firaxan dike.

Herwiha ji aliyê Hunermendên Milî yên Silêmaniyê ve dihol û zirne hate lêxistin û bi awaz û muzikê reng dan festîvalê.

Gelek xwendekar, kesayet û welatiyên Silêmaniyê beşdarî festîvalê bûn û ji bo dîtina berheman serdana Mala Sofî Germiyan kirin.

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist