Çalên befrê yên li Karox ji koçeran re bûye çavkaniya avê

Tevî ku li serê çiyayê Karox kaniyê avê nîne, lê rewşa hewayê û hebûna çalên berfê wiha kiriye ku koçer berê xwe bidin serê çiyan. Çalên berfa ku her sal nahele ji bo koçberan bûye çavkaniya avê.


Koçerên eşîreta Xoşnaw ên li herêma gundên bajarokê Bitwate ya ser bi îdareya Raperînê, di demsala havînê de berê xwe didin ser çiyayê Karox. Li ser çiya jiyan zehmet û girane. Lê welatî berê xwe didin serê çiyan û di nava xwezayek ciwan de jiyanê diafirînin.

Welatiyê bi navê Mihemed Emîn Qadir salane ji bo xwedîkirina sewalan berê xwe dide li ser çiyayê Karoxe. Qadir behsa geşta xwe ya havînan kir û got; “Îsal ji ber baran û berfa zêde me çend roj direngtir berê xwe da çiyayê Karox. Me salên borî meha Gulanê berê xwe dida çiya, lê îsal piştî meha Gulanê em hatin.”

Koçer dibêjin ku jiyan li ser çiyayê Karox gelek zehmete, bi tayet ji ber ku ti kaniyek avê li ser çiya nîne jiyan hîn zehmettir dibe. Koçer danê sibehê berê xw didin çiya û berfa li ser çiya dişkînin û kom dikin. Koçerek berfê dişkîne û yên din jî kom dikin. Piştî wê jî koçerek jî berfê dibe cihê ku sewal lê radiwestin.

Koçber berfa kom dikin, dema dihele hem didin sewalan hem jî bi xwe vedixwin. Li serê çiyayê Karox gelek cih hene ti dema salê berf nahele.

Weke her cihekê rola jinan yê di xwedî kirina sewalan de dîsan li pêş û berçave. Jina bi navê Ayşe Qadir yek ji wan jinên ku her sal berê xwe di de serê çiyayê Karox. Ayşe got; “Livir ji bo me jiyan xweşe, lê nexweşiyên wê jî hene. Bi taybet ji bo jinan erkek girane. Ji ber ku beşek ji me xwarinê amade dikin û paqijiya malê dikin. Beşek din jî bi sewalan ve mijûlin, pez didoşin û penîr çêdikin. Zilam jî karê şivantiyê dikin û daran tînin.”

Jin li çiyayê Karox ji şîr penîr çêdikin û ev kar jî xwedî zehmetiye. Li rexmê ku jin zehmetiya jî dibînin lê ji keda dest tamek xweş jî dibînin.

(nr)