Civak bi riheke xwebexşane û kolektîv bi nexweşiyê re têdikoşe

Li Herêma Kurdistanê ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê rewşa awarte hatiye ragihandin. Wezareta Bazirganiyê ragihand qet pirsgirêka xwarinê nîne, ji ber vê divê welatî li marketan kom nebin. Li Germiyanê wê xêrxwaz nexweşxaneyek ji bo nexweşên korona çêbikin û li Soran jî welatiyên xwebexş maske û biroşûrên bêberanber li ser esnafan belav kirin.


Ji ber vîrûsa koronayê li piraniya parêzgeh û bajarên Herêma Kurdistanê rewşa awarte hatiye ragihandin. Ji bo du rojan jî qedexeya derketina derve li Silêmanî û Hewlêrê hate ragihandin. Piştî biryara qexeya derketina derve li market û dûkanan kombûneke zêde çêbû û ev jî dibe sedema belavbûna vîrûsê.

Li ser vê yekê îro Wezîrê Bazirganiyê li gel rêveberên Odeya Bazirganiyê ya Hewlêr û Silêmanî, berpirsên hinek şîrketên xwarinê kom bû. Piştî civînê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Wezîrê Bazirganiyê Kemal Mûslim diyar kir divê welatî ne tirsin û li marketan kom nebin û dilniyayî da welatiyan ku pirsgirêka Herêma Kurdistanê ya xwarin û vexwarinê çênabe.

Mûslim diyar kir embarên wan yên erzak tijene û têra 4 mehan dike. Her wiha got, ji ber erzaq ti qeyranek çênabe, ji ber gelek çavkaniyên wan yên xwarinê yên li kargehên Herêma Kurdistanê û Iraqê hene.

Her wiha hate gotin, hawirdekirina erzaq û tiştan ji welatên cîran jî berdewam dike û nesekiniye.

Mûslim, li ser pirsa peyamnêrê me ya ‘eger fersendperest berhemên dema wan borî hawirdeyê herêmê bikin, hûnê çawa nêz bibin’ jî got, “Wê lijneyên me yên qeymeqamiyetê erka xwe pêkbînin û destûrê nedin xwarinên dema wan borî bikevin bazar. Eger bikevin jî wê dest deynin ser û hesap bê pirsîn.”

Li herêma Soran tevahî hişyariyên Wezareta Tendûrstiyê jî hîn karê xwe yê rojane dewam dikin. Ji ber vê komek bijîşk û ciwanên xwebexş îro li nava bazar geriyan û hişyariyên ji bo xweparêziyê û maske li ser esnafan belav kirin û ji wan xwestin ku li gorî hişyariyên tendûristiyê tevbigerin.

Her wiha bazirgan û welatiyên xêrxwaz ên Kelarê nexweşxaneyek taybet bi nexweşên vîrûsa koronayê çêdikin. Îro parlementerê berê yê Herêma Kurdistanê û endamê KNK’ê Abdullahê Mela Nûrî li gel bazirgananan, kesên sermayedar, çalakvanên medenî yên xêrwaz daxuyaniyeke çapemeniyê da. Mela Nûrî diyar kir ev çend rojin gelek kesên xêrwaz hatine û xwestine ji bo pêşî lê girtina vîrûsê nexweşxaneyek bê çêkirin.

Mela Nûrî diyar kir ev nexweşxane wê bi alîkariya xêrwaz û kesên bazirgan were çêkirin û hemû sazî û dezgehên hikûmî û medenî jî amadene bi awayeke kolektîv nexweşxane çêbikin.

Li gorî agahiyên hatiye girtin, wê ji îro ve dest bi çêkirina wê were kirin.

Li Silêmanî jî qedexeya derketina derve heye û rayedar ji welatiyan dixwazin li gorî hişyariyan tevbigerin. Her wiha ev nêzî hefteyeke pêngava dermankirina kolan, bazar û cadeyên sereke destpêkiriye.

Li bajarê Silêmanî du nexweşxane û li bajarê Hewlêrê jî nexweşxaneyek taybet ji bo nexweşên korona hatiye diyarkirin.

Şîrket û dezgehên tendûristiyê jî broşûrên tendûristiyê mal bi mal li ser welatiyan belav dikin.

Korona kevokên baxên parka Baxê Hewlêrê ya li ber Qelayê jî tenê hişt. Welatiyên rojane serdan dikirin, xwarin didan kevokan. Lê ji ber îro qedexeya derketina derve hebû, ji bo kevok birsî nebin, rojnamevanek biberpirsyar nêz bû û xwarin da kevokan. Rojnamevan Mîran Bekir diyar kir ew fikiriye wê îro kevok birsî bimînin, ji ber wê weke erkek zaniye xwarin ji wan re bibe.

(bz)