Ciwanek di avê de xeniqî

Di ava gundê Şêx Lengerî de ciwanek di avê de xeniqî. Li ser bûyerê hevalek ciwanê xeniqî hate binçavkirin.



Duh bi şev li bajarokê Koksî a ser bi navçeya Kifrî a ser bi Germiyanê ciwanê bi navê Eyup Şakir (16) di avê de xeniqî. Piştî 3 saetan cenazeyê Eyup hate dîtin.

Li gorî agahiyên berdevkê polîsan yê Germiyan Elî Qedurî dayî Rojnews, Eyup di ava gundê Şêx Lengerî a mezin de xeniqiye. Elî got ku sedemê xeniqîna ciwan nayê zanîn, li ser bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin. Herwiha Elî da zanîn hevalek yê Eyup li ser bûyerê hatiye binçavkirin.

(nr)