Ciwanek di qezaya trafîkê de mir

Li navçeya Kelarê qezayek din a trafîkê çêbû. Di encama qezayê de ciwanek ku şofêrê motorsiklêtê bû, jiyana xwe ji dest da.


Berdevkê polîsên Germiyan Elî Qedurî jî da zanîn ku qeza li taxa Azadî çêbûye. Elî got ku di encama qezayê de ciwanê bi navê Apo Xesrewe (20) ku şofêrê motorsiklêtê bû, jiyana xwe ji dest daye.

Elî da zanîn ku şofêrê otomobêla buyî sedemê qezayê, hatiye binçavkirin.

(nr)