'Dagirker êrîşî hebûna gelê Kurd dikin'

Welatiyên gundên Binarê Qendîlê gotin ku dewleta Tirk di dema êrîşan de tu ferqek naxe navbera gerîla û xelkê sivîl, ji vê yekê diyardibe ku di hedefa dewleta Tirk de tevayî gelê Kurd heye.  Hewiha welatiyan gotin; "Her kesek bi ser navê Îslamê êrîş bike ser musulmanan tu peywendiya wana bi Îslamê re tûneye."


Êrîşên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistan bi taybetî jî gundên li Binarê Qendîlê berdewam dike. Têkildarî van êrîşên dewleta Tirk welatiyên xelkê Binarê Qendîlê ji Rojnews'ê re axivîn û diyarkirin ku ji ber êrîşan jiyana xelkê deverê ketiye dibin metirsiyê de.

Jina binavê Rêjne Hisên têkildarî bombebaranên artêşa Tirk ên li ser gundên wana wiha axivî; "Em ji ber bombebaranên dewleta Tirk gelek bifikarin. Em daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistan, hizb û rêxistinên mafê mirovan dikîn ji bo rawestandina van êrîşan bikevin nava hewildanan. Ger em Kurd hevdû bigrin û yekitiya xwe çêkin emê bikarin êrîşan bidin sekinandin. Ger em nebin yek jî wê ev êrîş li ser me berdewam bikin."

Di dewama axaftina xwe de Rêjne Hisên got ku dewleta Tirk bi behaneya PKK'ê welatiyên sivîl dike hedef û wiha domand; "Herkes dizane ku hêzên gerîla dinava gundan de tûne ne. Lê Tirkiye tû ferqek naxe nava welatiyên sivîl û gerîla, her Kurdek li kuderê be êrîş dike ser."

Di dirêjiya axaftina xwe de Rêjne Hisên rexne li berpirsên Herêma Kurdistan û Iraqê kir û got; " Mesud Barzanî, Dr. Berhem Salih hun çima ji xwere dibêjin em serkirdene? Ma nabe ku serkirde haya wan ji gelê wan hebe û wana biparêzin?"

Herî dawî jî Rêjne Hisên balkişand ser bandoriyên bombebaranan ên di warê derûnî de û got; "Bombebaranan bandorek xirab ya derûnî li ser welatiyan daye çêkirin, herî zêde jî bandorek xirab li ser zarokan çêdibe. Êdî wisan li me hatiye ku em dengê motorsîkletek dibihîsin pîr û ciwan herkes dibêje va balafir hatin. Em nikarin bi rehetî karên xwe yên rojane ji derve de bikin."

Mela Tariq Ehmed'ê xelkê gundê Silê yê Binarê Qendîlê jî li ser bombebaranên artêşa Tirk axivî û got; " Her kesek binavê Îslamê êrîş bike ser Musulmanan, tu peywendiya wan bi Îslamê re tûneye û ji Îslametiyê jî tiştek famnekirine. Niha dijminên gelê Kurd jibilî şerê sinoran şerê hebûna me ya netewî dike. Tirkiye, Îran, Iraq û Suriye baş bizanin ger em ji we ne zêdetir Musulmanbin, ji we ne kêmtirin."

Di dewama axaftina xwe de Tariq Ehmed got, xudayê mezin kesên ku xwîna gelê me dirêjin tû heman êşê bike para wan jî û wiha dawî li axaftina xwe anî; "Tirkiye binavê Îslamê êrîş dike ser me Kurdan. Dewleta Tirk birayên me yên gerîla bi 'kafir' binav dikin û êrîş dikin ser wana. Lê birayên me yên gerîla bi hawara xelkê Musulman diçin û bi hezaran xelkên Musulman û ji olên din ên cûda rizgar kirin. Ji xudayê mezin hêvî dikim ku ew kesên çavên wan bi destkeftên gelê Kurd razî nabin, tu wana kor bike."

(şk)