Dema amadekirina savar û dan  

Welatiyên gundê Miwaney yê herêma Şarezûrê qala savar û dan kirin ku du xwarinên kevnar a çanda Kurdane, ev du xarin bi rengê jinê diyar dibe.


Welatiyên gundê Miwaney yê herêma Şarezûr bi baldarî qala amade kirina xwarina savar û dan kirin. Ev dû cûrê xwarinê di werza havîn, pehîz û zivistanan de têne amadekirin. Ev savar û danê tê amadekirin di werza Pehîz û Zivistana de jî tê xwarin.

Her çiqas savar û dan ji derve bê Başûrê Kurdistanê jî lê savar û danê xwemalî yên ku li Başûrê Kurdistanê tê çandin bi tam û xweştire. Xarinên weke savar û dan xarinek kevnar ya çanda Kurdane.

Ji bo çêkirina û amadekirina savar û dan jin kar û xebatek bê hempa dikin. Di despêkê de genimê xwe tînin û li ser agir bi qasî saetekê dikelînin. Piştî ku genim dikele jin wî genimî amade dikin û dihêrin.

Ev genimê tê hêrandin li gorî daxwaza kesan tê hêrandin. Ev genim ji bo bê hêrandin pêwîstiya wî bi avekî taze heye û li gorî wê ev genim tê hêrandin. Ev genimê ku tê amadekirin pêşî li ber bayê tê hêrandin  ji bo qirêji û poş di navde ne mîne.

Pêşiya ku genim bibe savar û dan bi çend qonaxan re derbaz dibe.

Ji bo çêkirina dan çend tişt pêwîstin û ew ji weke dohn,kewzan û xwê pêwîste, gelek kes nebat(şînahî) jî bikar tînin. Dohn ji bo sadebûna wê tê bikar anîn. Ji bo dan sade bibe bi qasî 10 heya 15 rojan vê yekî têkil hev dikin, heya sade dibe. Piştî ev yek hate kirin kewzan tê hêran û dohn tê amadekirin. Her wiha sitlekî taybet tê amade kirin û dan, dohn û qewzanên hêrandî têkelî hev dinin û serê sitlê tê girtin. Ev kar bi qasî 3 rojan dimîn û ji bo zêde şûr nebe kesek her qontrol dike.

Ev genim di conî de tê kotan, heya hûr dibe. Beşek ji vî danî hina bi awayek şil tê amadekirin.

Dan û savar herî zêde di werza Havîn û Zivistanê de tê xwarin. Dan şevên zivistana bi arî re tê têkelkirin û bi dohnî re tê xwarin. Gelek caran jî bi xûrme(Qesp) re tê xwarin.

Welatiyê bi navê Qadir Fayîq ku niştecihê gundê Miwaney yê herêma Şarezûrêye qala tam û xweşiya savara, dan û genimî kir û wiha got: “Hinek kes di werza Pehîzê de dest bi amadekirina dan dikin. Ji ber ku pehîzan hûnike tam û bêhna dan zêde diyar nabe. Niha ji germe ji bo şûr nebe em xwê kêm bikar tînîn. Lê ji ber ku dohne heye welatî zêdetir di werza Havînan de dest bi çêkirina dan dikin. Savar jî di werza havînan de tê çêkîn ji bo reng û tama wê jî gelek xweş dibe, ji ber ku germî hîna nûye.”

Bi taybet jî jin şevan genimê xwe dibin aş û dihêrin. Li herêma Şarezûr aşê genim heye, ev yek jî karê  xelkê hêsan dike.

Cemal Hesen aşvanê gundên Şarezûrê ye û li gundan digere û genimê xelkê dihêre. Serê her tenekeyek genim hezar dînarê Iraqî distîne.

Nermîn Mihemede ku niştecihê gundê Miwaney yê herêma Şarezûrêye wiha axivî: “Zarokên min gelek ji danî hesdikin. Min ji bo zarokên xwe 5 teneke genim kiri û li aş min hêrand.”

Xarina savar û danî yek ji xwarinên herî kevnar a mala Kurdane. Her çiqas niha jî xwarinên kevnar yên Kurdan kêm bibin jî lê heya niha jî di nava malan de tê çêkirin û hebûna xwe diparêze.

(ep)