Di nava 6 mehan de 63 zarok li kolanan hatin dîtin

Li gorî rêjeya rêveberiya giştî ya çavdêrî û girîngîdayîna civakê a li parêzgeha Silêmanî û Dihokê, di 6 mehên 2019’an de li Silêmanî  û Dihokê gelek zarokên biçûk ji aliyê dayîk û bavên xwe ve berdane kolanan. Li gorî vê li Silêmanî 18 (9 keç, 9 kur), Dihokê 40 (30 keç û 10 kur). Ev zarok hemû li kolanan hatine dîtin û radestî stargehên xwedî derketina zarokan hatine kirin.


Hema bêje li tevahî cîhanê, bi sedan zarokên nû ji dayîk dibin, bê xwedî dimînin. Bi taybet yên ku herî ji jiyanê bi parin zarokin. Ji xwe li Rojhilata Navîn êdî kes behsa zarokan nake. Zarok ji mafê xwe bê parin, bi sedan zarok li kolanan jiyan dikin. Ji vê zêdetir bi dehan malbat hene, zarokên xwe xwedî nakin û di berdin kolanan. Li Herêma Kurdistanê jî ev rêje her ku diçe zêde dibe.

Li gorî rêjeya rêveberiya giştî ya girîngîdayîna civakê a li parêzgeha Silêmanî û Dihokê, di 6 mehên dawî de 63 zarok li kolanan hatine dîtin û radestî startgehên xwedî derketina zarokan hatine kirin. Li gorî rêjeya heman saziyê, nayê zanîn bê ka ev zarok çawa hatine dîtin.

Li bajarê Hewlêrê jî li gorî rêjeya rêveberiya tendirustiya Hewlêrê, 5 zarok li kolanan bê xwedî hatine dîtin. Ji vane 4 kur bûn û yek jî keç bû.

Li gorî rêjeyan di nava 6 mehên dawî de 63 zarok ji aliyê dayîk û bavên xwe ve avêtine kolanan. Ev zarok piraniya wan di temenê 0 heya 18 salî dene. Lê bi qasî ku rêjeya temam li Hewlêr û Silêmanî bi destê me neketiye, dibe ku hejmara wan zarokane zêde be. Ev hejmara heya 100 zarok jî diçe.

Rêveberê giştî yê çavdêrî û girîngîdayîna civakê a li Silêmanî Emer Gulpî li ser vê mijarê got; “Ev hejmara li gorî rêjeya salên din zêdetir bûye.”

Li gorî yasaya Iraqê ku li Herêma Kurdistanê jî derbaz dibe, kesên ku zarokên xwe di avêjin kolanan tên ceza kirin. Li gorî yasaya Iraqê kesên ku zarokên xwe di avêjin kolanan, yan jî ji ber nexweşiyan xwedî nakin, wê bên ceza kirin û ev ceza heya 3 salan jî çêdibe.

Her zarokên ku li nava bazarê bê dîtin, radestî stargehên xwedî derketina zarokan dikin. Piştî wê jî ev stargeh derbarê zarok de lêkolînan dikin. Li gorî lêkolînên startgehên xwedî derketina zarokan sê sedemên lê nexwedî derketina zarokan hene. Sedemê yekem bi cûdabûna dayîk û bav re girêdaye, ya dûwem jî rewşa xirap ya aborî. Herwiha sedemê din jî peywendiya jin û zilam ya dervey malbatê.

Rêveberê giştî yê çavdêrî û girîngîdayîna civakê yê li Silêmanî di merasîmekê de axivî û got; “Ji ber ku cara yekeme sîstema malbatên zarokan digrin pêktê, gelek hêdî birêve diçe. Heya niha 39 malbat navê xwe nivîsandine û dixwazin zarokên bê xwedî xweyî bikin. Herwiha 18 malbatên din jî egera xwedî kirina zarokan heye. Heya niha jî 11 zarok radestî malbatên ku dixwazin zarokan xwedî bikin hatine kirin.”

Herwiha di merasîmekê de Wezîra Kar û Barê Civakê Kiwêstan Mihemed axivî û got; “Emê di dema pêş de bi alîkariya rêxistinên alîkariyê, li Hewlêr, Dihok û bajarên din jî projeyên bi vî awayî pêşbêxin. Emê hewl bidin di parlamentoyê de yasayek taybet ya ji bo malbatên bixwazin zarokan bigrin û xwedî bikin derbixin.”

 (nr)