Di qezayek trafîkê de welatiyek mir

Li Kelarê otomobêlek li welatiyek da û di encamê de jiyana xwe ji dest da.


Duh derengiya şevê, li navçeya Kelar ya ser bi îdareya Germiyan, qezayek trafîkê çêbû. Di encama qezayê de welatiyê bi navê Dawid (46) jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên rêveberê ragihandina polîsên Germiyan Karzan Mecîd dayî ajansa me, li nêzî keleha Şêrwane otomobêlek bi ser welatiyek de qelibiye û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.

Karzan got ku wana di derbarê qezayê de, lêkolîn dane destpêkirin.

(nr)