‘Divê karê despêkê yê partiyên Kurdistanî pêkanîna yekîtiya netewî be’

Rojnamevan Şiwan Mihemed û Newzad Salih li Silêmanî tevlî civîna li gel şandeya HDP-KCD’ê bibûn, her du rojnamevanan dan zanîn ku serdana şanda HDP-KCD ji bo Başûrê Kurdistanê xwedî giringiyek mezin bû û gotin; “Di rewşek wiha de hatina cem hev û ji metirsiyên heyî hevdû haydarkirin, di qezenca gelê Kurd de ye.”


Roja 7’ê Îlonê şanda HDP-KCD’ê serdana Başûrê Kurdistanê kirin û çar rojan li Başûrê Kurdistanê man. Şande di nava çar rojan de li gel her sê serokatiyên Herêma Kurdistan, Serokkomarê Iraqê, hizb û aliyên siyasî civiya. Her wiha şande li Silêmanî li gel rewşenbîr û aktivîstan jî civiyabû.

Rojnamevan Şiwan Mihemed û Newzad Salih jî li Silêmanî tevlî wê civîna li gel şandeya HDP-KCD’ê bibûn. Her du rojnamevanan têkildarî giringiya serdana şandê ji bo Herêma Kurdistan û hewldanên yekîtiya nava Kurdan ji Rojnews’ê re axivîn.

Rojnamevan Şiwan Mihemed da zanîn ku gelek xalên erênî di serdana şandeya HDP-KCD’ê de hebûn û wiha got; “Metirsî li cem me heye ku artêşa Tirk roj bi roj hîn zêdetir dikeve nava xaka Başûrê Kurdistanê, xaka me bombebaran û topbaran dike. Li Rojava jî gef û êrîş hene, li Bakurê Kurdistanê jî bi hezaran azadîxwazên Kurd di girtîgehan de ne. Di rewşek wiha de hatina cem hev û ji metirsiyên heyî hevdû haydarkirin, di qezenca gelê Kurd de ye.”

Di dewama axaftina xwe de Şiwan Mihemed destnîşan kir ku pêwîstî bi berdewamiya van serdan û hevdîtinan heye û wiha pêde çû; “Armanca van serdanan yekxistina gotarek netewî ye. AKP ne xwedî wê hêzê ye ku pirsgirêka Kurd çareser bike. Ev yek jî bûye sedem ku HPD serî li rêyên din bide.Pirsgirêka Kurd û mijara demokrasiyê li Tirkiye pêwîstî bi guhertinan heye. Pêwîstiya vê yekê jî bi berfirehkirina eniya demokrasîxwazan heye.”

Rojnamevan Newzad Salih jî li ser heman mijarê da zanîn ku ev serdanên partiyên Kurd ji bo parçên din giringiyek xwe ya zêde heye û wiha domand; “Ev serdan ji bo komkirina hemû Kurdan û yekxistina nava Kurdan ji bo yekîtiya netewî giringin. Xêr di yekitî û hevgirtina Kurdan de heye. Ger li parçeyekî Kurdistanê pirsgirêkek hebe, divê em hemû li ser bicivin.”

Herî dawî jî Newzad Salih da zanîn di demek wisan de ku gelek êrîş li ser Qendîl û herêma Biradostê hene,  bi berdewamî tê bombebaran kirin, divê karê despêkê yê partiyên Kurdistanî pêkanîna yekîtiya nava Kurdan be.

(şk)