Ger Hewlêr û Bexda li hev nekin YNK pîlanên xwe dixe ser mêze

Ji bo hevkirina bi Bexda rê zêde dema Hewlêr nemaye, ji ber ku ger Hewlêr bi Bexda re li hev neke, wê mehek din proje yasaya bûdçeyê biçe parlamentoyê. Dibe ku vê carê bûdçe li gorî daxwaza herêmê nebe. Li gorî agahiyan ger Hewlêr û Bexda li hev nekin, wê YNK pîlanek bi Bexdayê bixe ser mêzeyê guftugoyê.


Serdanên danûstandinên navbera Hewlêr û Bexda de dewam dike. Tê payîn sibe şandek Hikumeta Herêma Kurdisatnê serdana Bexda bike. Li rexmê ku carna behsa li hevnêzîkbûnek herdû aliyan jî tê kirin, lê di pratîkê de tiştek çênebûye.

Danûstandinên Hewlêr û Bexda li ser asta herdû hikumetan de ye. Di guftugoyên her dû aliyan de mijara neft, bûdçe, mûçe û vegera pêşmergeyan a ji bo herêmên bi nakok heye. Bexda hemberî şandina bûdçeya herêmê, rojane daxwaza radest kirina 250 hezar bermêl neft dike. Herêma Kurdistanê jî li ser vê daxwazê rezamendî nîşan daye, lê hîn jî di pratîkê de tiştek diyar nîne.

Li gorî çavkaniyek taybet ku ji Rojnews re axiviye, ger Hikumeta Bexda û Herêma Kurdistan li ser mijara bûdçeyê lihev nekin, wê YNK pîlana xwe ya mehên borî bi Bexda re bixe ser mêzeyê.

Li gorî pîlana YNK’ê divê Bexda raste rast bi parêzgehên Herêma Kurdistanê re cûda danûstandinan bike. Herwiha li gorî pîlanê divê bûdçe û mûçe weke parêzgehên din yên Iraqê were rêkirin. Ji bo vê jî YNK dixwaze dema bê li ser van mijaran bi Bexda re bikeve nava guftugoyan.

Ev pîlana YNK’ê ne nûye, di dema avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî hebû. YNK ji bo lihevkirina bi PDK’ê re dû pîlan amade kiribû. Pîlana yekem ya YNK’ê ew bû ku Iraq bi awayek raste rast danûstandinê bi parêzgehan de bike. Ya dûwem jî îdare bû. Lê piştî wê ev pîlan hatin rawestandin û bi PDK’ê re lihevkirin.

Li gorî çavdêrên siyasî beşek mezin yê bîrên nefta Herêma Kurdistanê ku dikevin herêma YNK’ê de, ev jî derfetek zêdtir ji bo YNK’ê avakir daku bi Bexda re lihev bike. Lê di heman demê de derbek wê li statûya Herêma Kurdistanê jî bikeve.

Di 15’ê Îlonê de endamê Meclîsa Rêveberiya YNK’ê Bafil Telebanî sedana Bexda kir û bi serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm, serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û komek rayedarên din yên Iraqê re civiya.

Li gorî daxuyaniyan, Telebanî bi Emar Hekîm re diyarkiriye ku YNK amadeye ji bo çareser kirina pirsgirêkên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de. Herwiha di civîna bi serokwezîrê Iraqê re jî, Telebanî balkêşaye ser giringiya hemahengiya hevbeş a dinavbera Bexda û Herêmê de .

Endamê parlamentoya Iraqê yê li ser fraksiyona YNK’ê Şîrwan Mîrza, gotinên ku YNK hewl dide Iraq bi parêzgehên herêma Kurdistanê re cûda danûstandinan bike red kir. Lê Mîrza got; “Dibe ku YNK xwedî fikrek cûda be û diyar bike. Lê tenê Hikumeta Herêma Kurdistan şanda danûstandinê dişîne Bexda û danûstandinan dike. Di şandê de jî nûnerên YNK, Goran û PDK’ê hene.”

Endamê parlametnoya Iraqê Meyade Necat yê li ser fraksiyona PDK’ê jî dibêje; “Ne Iraqa federal dikare wek parêzgehê bi Herêma Kurdistanê re danûstandinan bike, ne YNK û ti aliyek din dikare bi navê Herêma Kurdistanê lihevkirinê bike. Ji ber ku Herêma Kurdistan li gorî destûrê xwedî federalî ye û hemû hewldanên bi wî awayî dijî destûrê ye.”

Hêjayî gotinê ye di rojên pêş de, Wezareta Darayî ya Iraq wê reşnivîsa proje yasaya bûdçeya sala 2020’an temam bike û piştre radestî Desteya Wezîrên Iraqê bike. Piştî Desteya Wezîran pejirand, wê reşnivîsa proje yasayê radestî parlamentoya Iraqê were kirin.

Li gorî nûnerên Kurdan yên li parlamentoya Iraqê, ger Hewlêr û Bexda beriya pejirandina projeya yasaya bûdçeyê lihevnekin, dibe ku vê carê proje yasaya bûdçeyê ne li  gorî daxwaza herêmê be.

(nr)