Geştûguzariya Helebce: Li bendêne ku îsal zêdetir geştyar serdana Helebce bikin

Rêveberê Geştûguzariya Helebce Wehab Emîn diyar kir ku li gorî salên din îsal li bendêne ku îsal zêdetir geştyar serdana Helebce bikin û got, ji bo vê jî amadekariyên xwe temam kirine.


Bi hatina demsala biharê re li Başûrê Kurdistanê rojane gelek kes diçin seyranê û geştên geştiyarê dikin. Parêzgeha Helebce jî yek ji van parêzgehane ku salene gelek geştyar serdana wê dikin û demek xweş derbas dikin.

Rêveberê Geştûguzariya Helebce Wehab Emîn têkildarî amadekariyên wan ên ji bo pêşwazîkirina geştiyaran ji Rojnews'ê re axivî û diyar kir ku Helebce û Hewraman cihekî dewlimend û girîng ên geştiyariyê ne, di warê alî û dîrokî de û got; "Di vê çarçoveyê de, weke Rêveberiya Geştûguzariya Helebce li hemû cihên geştyarî yên weke Newrolî, Çawg, Ebabelî, Hawar, Ehmed Awa û Rêşan me amadekariyên xwe temam kirine. Ji bo van herêman me lijne avakiriye. Ji bo jîngehê qirêj nekin em pûşêtan didin wan. Da ku piştî geşta xwe bermayiyên xwe bixinê û bavêjin sergo."

Rêveberê Geştûguzariya Helebce Wehab Emîn diyar kir ku li bendêne ku îsal zêdetir geştyar serdana Helebce bikin, ji ber ku hikûmeta Herêma Kurdistanê biryardaye 15 rojan geştyarên Rojhilatê Kurdistanê bikarin serdana Başûrê Kurdistanê bikin û got ku ev yek wê wiha bike ku hejmara geştyaran zêde bibe.

Rêveberê Geştûguzariya Helebce Wehab Emîn daxwaz ji geştyaran kir ku serdana parêzgeha Helebce bikin û piştî serdanê jî jîngehê paqij bihêlin.

Geştyarên ku serdana Helebce kirine jî bi riya Rojnews'ê banga paqijhiştina jîngehê kirin. Azad Fayeq wiha got; "Hêvîdarim ku welatî û geştyar dema ku diçin geştê, cihê ku diçinê biparêzin û qirêj nekirin. Bermayiyên xwe neavêjin jîngeha Kurdistanê. Ji ber ku jîngeha Kurdistanê milkê me hemûyane."

Sana Zana bang li welatiyan kir ku dema ku diçin seyranê jîngehê biparêzin û bermayiyên xwe neavêjin derdor.

(ab)