Hacî Hebîb ê 79 salî 56 sale bi pînekariyê debara xwe dike

  Hosta Hecî Hebîb yê 79 salî 56 sale li navçeya Sayidsadiq a Silêmaniyê bi pînekariyê debara jiyana xwe dike. Hosta Hecî eşkere kir ku heta niha wî li ber destê xwe çend kes fêrî karê pînekariyê kirye, lê niha pîşeyê pînekariyê ber bi tinebûnê ve diçe û êdî xelk kêm pêlavên xwe çêdikin.


Her çiqas pîşeyê pînekariyê ber bi tinekê ve diçe, lê Hacî Hebîbê 79 salî ku 56 sale di nava bazara navçeya Seyidsadiq karê pînekariyê dike, hîn hemû sibetan di saet 08.00'an de dest bi karê pînekariyê dike û heta saet 18.00'an bi destê ku dilerize ji bo debara jiyana xwe kar dike. Rojene jin û zarok ji di nav de gelek kes ji bo çêkirina pêlav, çanta û pêwîstiyên xwe serdana dikana wî dikin.

Hosta Hecî Hebîb ji ber ku karê pînekariyê kême li ber karê xwe re kêran jî tûj dike. Hosta Hebîn têkildarî pîşeyê xwe ji Rojnews'ê re axivî û got;"Di serî de li gundê Kanî Sêf min  3 salan kar ji bo pêşmergeyan kir. Ji sala 1963'an û heta niha li Seyidsadiq ez karê pînekariyê dikim. Heta mirinê min karê xwe divê û jê bêzar nabim.Min bi destê xwe çend kes fêrî karê pînekariyê kiriye. Di temenê xwe ez ti caram ji karê xwe aciz nebûme. Heta ku bikarim ê jê nerazî nebim. Ji ber ku min pê jiyan kiriye û ji ber karê xwe pêwîstiya min bi kesekê çênebûye."

Hosta Hebîb timî bi gotinên xweş mişteriyên xwe bi rê dike. Di deman demê de timî kesên ti temenê wî de berê xwe didin dikana wî û qala serdema civaniya xwe û serpêhatiyên xwe yên kevin dikin.

Hosta Hecî Hebîb diyar kir ku pînekarî nekarekî hêsane û got;"Ji ber ku niha xelk kêmtir pîlav û amûrên xwe pîne dikin, lewma ez niha li gel pînekariyê kêran jî tûj dikim û rojena 5 heta 6 hezar dînar peyda dikim. Li vir jî kiriya dikana xwe ku 3 hezar û 500 dînare peyda dikim."

(ab)