Hacî yê 72 salî 40 sale ji çanda Kurdî re xizmetê dike

Hacî Mewlûd ê 72 salî li navçeya Kelar a Germiyan zêdetirî 40 salene cilûbergê Kurdî, cemedan, tizbî û tiştên çandî difiroşe. Herwiha  dikana wî li derveyî Germiya jî deng da ye. Hacî Mewlûd got;“Ji  ber  hezkirina min a ji bo çanda neteweya min û tirsa ji holê rabûna cilûbergê Kurdî  pîşeyê xwe  berdewam dikim.”


Li navçeya Kelar a Germiyan yek ji dikanên herî tê naskirin û dengdayî dikana Hacî Mewlûd e ku ji sala 1970’an ve her li cihê xwe ye û hemû cûreyên cilûbergê Kurdî, cemedanî, tizbî, tiştên çandî difiroşe. Herî zêde cûreyên cilûbergê Kurdî û tiştên  çandî  kom dike û li dikana xwe difiroşe. Her yekê xwedî dîrokek kevin a gelê Kurd e. Hacî Mewlûd sînorê Germiyan derbas kiriye û ji bajar û navçeyên din  jî kiryar serdana dikana wî dikin û tê naskirin. Herwiha  koçberên Ereb ên herêmê jî serdan dikin.

‘Divê em çanda  xwe biparêzin’

Hacî Mewlûd têkildarî pîşeyê xwe ji Rojnews’ê re axivî û got;“Ji ber sedema hezkirina min a ji bo çanda neteweya  min û ji ber tirsa min  a ji holê rabûna cilûbergên Kurdî, min ev pîşe hilbijart. Cilûberg û çand  nasnameya her neteweyekê ye û  pêwîste em çanda xwe biparêz in.  Ez  bi cilûbergê Kurdî li çend welatên weke Îran, Erebistana Siûdû  û Urdunê geriyame. Derbarê cilûbergên min de pirs ji min kirin û mindanaskirin. Li gorî min cilûbergê çandî  yê ti welatan weke yê Kurdî ciwan  nebûn.”

Hacî Mewlûd li dikana xwe piraniya  cûrên cilûbergê Kurdî difiroşe û wiha qal kir;“Bi giştî parçeyên  li dikana min dîrokekî kevin a Kurdî li pişte. Yên herî diyar, cûrên cilên miradxanî, merezî, merîwanî, ketefî,  şal, kewa û  selte yên kevin. Herwiha  cilê melîk min heye ku ji serdema şoreşa rizgarîxwaza Şêx Mehmûd ê melîkê gelê Kurd maye. Şêx Mehmûd li ber xwe kiriye û heta niha jî xelk ji bo xoşewîstiyê li ber xwe dikin.”

Herwiha  Hacî Mewlûd ji  derveyî cilûbergan, li dikana  xwe  tizbîhan,  cemedanî û kefiyan ji difiroşe.  Hacî Mewlûd diyar kir ku çend cûrên  tizbîhan hene û got;“Kêfiyên bi gulîvank û cemedaniyên kesk hene. Xelk ji bo hezkirina şervanên  Rojavayê Kurdistanê û gerîlayan dikirin û weke  wan tavêjin  li ser milê xwe. Navûdengiya dikana min  Germiyan derbas kiriye. Ji derveyî xelkê Germiyan ji piraniya bajar û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê serdana dikana min dikin. Li gorî xwe hinek tişt ji min dikirin. Hinek kes ji bo zarokên  xwe cilên Kurdî dikirin. Niha  hinek  ji wan zarokan mezin bûne û ew  jî kurên xwe tînin  li gel  min.  Herwiha  koçberên Ereb ên li herêmê ji tên li gel min.”

Dikana Hacî Mewlûd çavkaniya debara jiyana  malbata wî ye. Niha 72 salî ye. Ji ber  ku bi temene du kurên xwe aniye li gel xwe û alîkariya  wî dikin. Hacî Mewlûd eşkere kir ku heta ku bikare wê xizmeta  dikan xwe, çand û cilûbergê Kurdî bike.

(ab)