Hîn riya Koye nehatiye nûjenkirin

 Tevî ku bûdceya pêwîst ji bo çêkirina riya di navbera Koye û Silêmaniyê, Hewlêr û Kerkûkê de hatiye veqetandin jî, lê heta niha kar li ser nehatiye kirin. Qeymeqamê Koyeyê sedema wê weke rewşa hewayê destnîşan kir.


Ji ber riyên di navbera bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê de bi salene hatine çêkirin, gelek jê xirab bûne û ji bo şofêran bi pirsgirêkin. Riya di navbera Koye û Silêmaniyê, Hewlêr û Kerkûkê de jî yek ji wan riyên ku pêwîstî bi nûjenkirinê heye. Herwiha xirabûna rê niha ji bo hatinûçûnê bûye pirsgirêk.

Rojane ji ber sedema xirabûna rê qezayên trafîkê çêdibin. Welatiyê bi navê Sirûd Zahîr li ser mijarê ji Rojnews'ê re axivî û got; "Aliyên peywendîdar hate niha li koyeyê rê û binesazî çênekirine. Li Koyeyê riyên hatin û çûnê gelek xirab in."

Şofêr Hewkar Mehdî qala xirabûna riyan kir û got; "Wesayîtên barhilgir ên Îranê û Tirkiyeyê li ser riya Koyeyê hatin û çûnê dikin, herwiha welatiyên parêzgeha Silêmanî, Hewlêr û Kerkûkê jî bi heman riyê hatinûçûnê dikin. Tevî ku çend caran çêkirine jî lê dîsan xirab bûye."

Li ser vê mijarê Qaymeqamê Koyeyê Tarîk Heyderî wiha got; "Bûdceya pêwîst ji bo nûjenkirina riya hatiye veqetandin û em ê di van rojan de dest bi nûjenkirinê bikin."

Qaymeqamê Koyeyê Tarîk Heyderî diyar kir ku heta niha ji ber rewşa hewayê dest bi projeya nûjenkirinê nekirine.

(ab)